Çalakiyên şermezarkirinê di dema greva giştî de destpê kir ku ji aliyê mezintirîn rêxistina xwecihî ya welêt CONAIE ve li hemberî zêdebûna buhayê sotemeniyê hefteya derbasbûyî hate ragihandin.
CONAIE’yê ragihand ku li bajarê Cotacachiyê ji civaka xwecihî Efrain Fuerez di encama gulereşandina hêzên artêşê de bi sê fîşekan hate kuştin.
Polîsan û artêşê hîn bersiv nedana vê îdîayê. Rêxistinê her wiha Serok Daniel Noboa berpirsyar nîşan da û xwest, lêpirsîneke bi lez bê kirin û edalet bi cih bê anîn.
Heman rojê di daxuyaniya artêşe de hate ragihandin ku çalakgeran êrîş birin ser leşkerên ku konvoyeke xurekê diparastin û di encamê de 12 leşker birîndar bûn, 17 jî dîl hatin girtin. Artêşê ev êrîş weke ‘kemîna komeke terorîstan’ pênase kir.
Wezîrê Karên Hundir Zaida Rovira îdîa kir ku bûyer çalakiyên şermezarkirinê yên aştiyane nîne, lê belê kemîneke ‘rêxistiniyên terorîstî’ ye.
Serok Noboa îdîa kir ku li pişt çalakiyan çeteya ‘Tren de Aragua’ heye ku bi eslê xwe ji Venezuelayê ye. Her wiha diyar kir ku xwepêşandêrên qanûn binpêkirine wê bi sûcdariya ‘terorîzmê’ ji bo cezakirina heta 30 salan wê bêne darizandin.
Di dîmenên medya dîjîtal ên CONAIE de jî hate dîtin ku artêşê hêzeke zêde bi cih kiriye û fîşekên rastî bi kart îne. CONAIE ev êrîş weke ‘sûcê dewletê’ pênase kir û hikumet berpirsyar nîşan da.
Piştî ku çalakiyên şermezarkirinê mezin bûn, hikumetê li 8 eyaletan rewşa awarte ragihand û li 5 eyaletan jî derketina derve qedexe kir.