Meş, di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de hate lidarxistin û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî beşdarî meşê bû.
Meşê, li Cadeya Amedê dest pê kir ku û li Parka 8’ê Adarê ya Jinan bi dawî bû û dirûşemyên weke ‘’Bijî berxwedana Rojava’’, ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ û ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’ hatin berzkirin. Her wiha pankarta bi nivîsa ‘’Rojava wijdan e, berxwedane, azadî ye’’ hate vekirin.
Piştî meşê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku gelê Rojava bi rojan e bê navber li ber xwe dide û got ku êrîş ne biryara HTŞ’ê, bi biryara Enqereyê tên kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Zîhniyeta HTŞ’ê û DAÎŞ’ê yek e. Êrîşan ne li gel biryara HTŞ’ê dest pê kir. Li gel biryara ku ji Enqereyê hatiye standin, tên kirin.’’
Keskîn Bayindir bi bîrxist ku bajarê Kobanê di bin dorpêçê de ye, av û ceyran hatine qutkirin û banga vekirina deriyên sînor û guhandina alîkariyên mirovî kirû ev yek anîn ziman: Daxwaza Kurdê bêstatu, bênasname û bêziman dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em bi tu deran ve naçin. Em ê heya dawiyê li berxwe bidin. Gelê Kurd, li ser piya ye û li ber xwe dide. Divê hemû gelê me bi ruhê seferberiyê têbikoşe.
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Yek yek e Kurdistan yek e’’ bi dawî bû.

