Ji bo Zîlan Yilmaz li Mala Teziyê ya Feqiye Teyran a li Taxa Bayindirlikê ya Êlihê teziye hate danîn.
Gelek kes bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) çûn serdana teziyê. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li serdanê bûn.
Girseyê di teziyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kirin.
Hat diyar kirin ku serdanên ji bo teziyeyê didome.

