Li Êlihê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi destê faşîzma AKP-MHP’ê meş û hevdîtina gel hate lidarxistin.
Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes tevlî meş û hevdîtinê bûn. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê li hev civiyan, bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm wê here, gel wê werin” hatin berzkirin. Esnaf jî bi çepik, dirûşme û sembola serkeftinê piştgirî dan meşê.
BAYINDIR: GEL WÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN WE YÊN QIRÊJ GAV PAŞDE NEAVÊJIN
Meş li pêşiya avahiya şaredariyê bi dawî bû û Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariya me ya Colemêrgê kirin. Em vê qebûl nakin û em ê heta dawî berxwedana xwe bidomînin. Polîtîkayên qeyûmê polîtîkayên talanê ne. Di qanûnên dewletê de jî ev yek bêhiqûqî ye. Ev cara sêyem e qeyûm tayîn dikin. Me di 31’ê Adarê de hilbijartinan qezenç kir. Lê tehemula vê nakin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê berxwedana xwe bidomînin. Em ê vê berxwedanê mezin bikin û belavî her derê bikin.”
Bayindir destnîşan kir ku divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn û wiha got: “Bahçelî îro jî axaftinên li dijî me kir. Tu kes bawerî li polîtîkayên te yên qirêj nayne, gelê Kurd li gorî axaftinên te tevger nake.”
Girseyê piştî axaftinê li pêşiya avahiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir.