Li herêma Tana Toraja ya eyaleta Sûlawesî ya Başûr ji ber barana zêde ya êvara Şemiyê li du gundan hezazê rû da.
Piştî ku cenazeyên dayikeke 43 salî û zaroka wê ya 3 salî hatin dîtin, rayedaran diyar kirin ku hejmara qurbaniyan bûye 20 kes.
Ji tîma rizgarkirinê ya herêmê Mexîanûs Bekabel daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Tîma lêgerîn û rizgarkirinê qurbanî li cihekî ne dûrî hev dîtin. Yek ji qurbaniyan dayik bû, yek jî zarok bû.”
Bekabel anî ziman ku piştî dîtina du qurbaniyan karê lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bû.