Li Eskîşehîrê welatiyan bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” Newroz pîroz kir. Bi hezaran kes li Qada Cumhuriyetê li hev civiyan. Di pîrozbahiyê de ciwan bi formayên Amedsporê û jinan jî bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Bername bi axaftina Hevseroka Partiya DEM’ê ya Eskîşehîrê Esma Çîçekê dest pê kir. Esma Çîçekê bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê ya ji bo gelê Kurd û diyar kir ku Kurd ji bo mafên xwe yên ku tên înkarkirin têdikoşin û dê li ber xwe bidin.
Piştre Parlamenterê Mêrdînê George Aslan axivî. Aslan destnîşan kir ku heger îro li Anatolyaya Navîn û Eskîşehîrê Newroz tê pîrozkirin, ev yek encama têkoşîna raboriyê ye û ev tişt got: “Em hemû li erdnîgariyekê fireh û xweş dijîn. Li vê derê ne tenê gelê Tirk, gelek gelên cuda hene. Divê em hemû hevdu qebûl bikin û rêzê nîşanî hev bidin. Rayedarên dewletê dibêjin ‘em bira ne’ lêbelê divê her kes ji vê mîrasê wekhev sûdê werbigire. Divê her kes ji mîrasê bav bi rengekî wekhev sûdê werbigire.”
Piştî axaftinan, hunermend Hîvda Gokel derket ser dikê û stirî. Gel bi stran û dirûşman agirê Newrozê vêxist.

