Koma jeoarkeolog Richard Oslisly li Şikefta Youmbidi ya li Gabonê şopên jiyanek bênavber a 12 hezaran salan keşf kir.
Di kolandinan de amûrên ji kevir hatine çêkirin, serê tîran ku 10 hezar sal berê hatine çêkirin, perçeyên kûzikan ên 6 û 500 salî, diranên mirovan û morîkên qalikê deryayan a 3,300-4,900 salî hatin derxistin.
Li gorî nûçeya AFP’ê, lêkolîner diyar dikin ku dîtin, nîşan didin ku mirovên di dîroka berê de nûjeniyên teknîkî pêşxistine û xwedî jiyana civakî, huner û çand bûne.
Lêkolîner, destnîşan dikin ku têgihîştina têkiliya mirov û xwezayê di demên berê de, dikare çareseriyan ji bo pirsgirêkên jîngehê yên îro peyda bike.