Cografya Kurdistanê li binê her kevirek û darekê çîrokekê mezin dike, her çîroka xwe jî li gel êş û berdêlên giran şîn, mezin dibe. Di her gaveke xwe de em li çîrokeke bi vî rengî rast tên. Dayikên Kurd ku van çîrokan mezin dike, bêrawestan dimeşin û îro jî ji bo aştiyê berî her kesî diaxivin, yek ji aktorên sereke yên têkoşîna herî mezin a vê cografyayê ne. Dayikên Kurd li gel berdêlên ku dane êşa xwe datînin aliyekî û dibêjin, ‘Êdî bes e’. Ji bo xwedîderketina li mîrateya aştiyê ya dayikên weke Sakîne Arat û Dayika Berfo têkoşîna xwe dewam dikin.
SÊ ZAROKÊN XWE JI DEST DA, LÊ BELÊ DEV JI GOTINA ‘AŞTIYÊ’ BERNEDA
Yek ji van dayikan jî Murvet Demîr e ku sê zarokên xwe di şer de ji dayik da û kurekî wê hîn jî li nava refên PKK’e ye. Murvet Demîr ku demeke dirêj li gel Sakîne Arat meşiya û ji bo aştiyê têkoşiya, li gel zor û zehmetiyên kişandiye jî dibêje, ‘Bila dayikên din bi dilşikestî neçe’ û ji bo aştiyê têdikoşe.
Murvet Demîr ku piştî du kur û keçeke xwe ji dest da tevlî nava Meclîsa Dayikên Aştiyê bû, kurê wê Serok ku herî dawî ew çû, hewl da wê hînî tembûrê bike.
Murvet Demîr diyar kir ku aştî ji bo hemû gelan hêja ye, ev pêvajo divê ji dest neyê berdan û got, heta ku têkoşîna aştiyê ya Sakîne Arat bi cih nîne wê nesekine.
Murvet Demîr bi vî rengî qala windahiyên xwe û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna aştiyê dike: “Aştî tiştekî xweş e. Ez li her kesî pîroz dikim ku bi wesîleya roj û meha aştiyê daxwaza aştiyê dikin û ji bo vê têdikoşin. Hêvîdar im ku wê aştî bê vê xakê û keda ti zarokên me wê vala neçe. Xwîna ku hatiye rijandin wê vala neçe. Me dayikan heman êş kişandin. Li gel ku zor li me kiribe jî em ji bo vê têkoşiyan.”
‘JI BO KES NEMIRIN TÊKOŞIYAN’
Li ser pirsa ku çima ewqasî xwedî li daxwaza aştiyê derdikeve Murvet Demîr got, “Îro di vê pêvajoyê de her kes ji me dipirse, bê çima ewqasî aştiyê dixwazin? Tenê bi dayikên ku me ji dest dan û xwîna ku hate rijandin dikarim bersiva vê bidim. Dayika Sakîne (Arat) yek ji wan dayikan bû ku di vê oxirê de têkoşiya. Dema ku sax bû ji bo kes nemire têkoşiya. Bi tena serê xwe çû Enqereyê; ji bo dayikek negirî temenê xwe feda kir. Nekarî ti zarokên xwe veşêre. Sê zarokên xwe ji dest da, lê belê ti carî li mala xwe rûnenişt. Her tim got aştî, da pey aştiyê û dema ku mir bi vê hesretê jiyana xwe ji dest da.”
Murvet Demîr anî ziman ku li gel şer jî aştî ji bo wan tişta herî hêja û bedew e û got, “Heta ku em daxwaza aştiyê bikin wê tiştên xweş pê re bê.
Weke Dayika Sakîne yan jî Dayike Berfo ji bo çavê ti dayikan li paş nemîne, divê her kes bikeve binê vî barî bi berpirsyarî rabe.”
‘TEMBÛRA MIN DERDÊ MIN PARVE DIKE’
Murvet Demîr hewl dide bi rêya tembûrê û têkoşîna xwe êşên dikişîne hinekî ji bîr bike û got, “Me gelek windahî dan. Me gelek berdêl dan. Dayika Sakîne ji bo me ya herî zehmet bû. Min hesret û baweriya dayikekê ya ji bo aştiyê di kesayetiya wê de dît. Piştî zarokên min jî min heman tişt hîs kir.
Kurê min ê herî dawî çû Serok ez hînî tembûrê kir. Niha her gava ku aciz dibim, dilê min teng dibe radihêjim tembûrê. Tembûra min bûye hevparê derdê min. Dema ku li tembûrê dixim her tişt careke din di ber çavên min re derbas dibin. Lê belê li gel her tiştî jî her notayeke min ji bo aştiyê ye.”
‘DIVÊ EV FIRSEND JI DEST NEYÊ BERDAN’
Murvet Demîr bal kişand ser aliyê siyasî yê pêvajoyê û dewlet rexne kir, ji ber ku gavê neavêje: “Gelê Kurd îro ji bo aştiyê her tişt kir, lê belê ji aliyê dewletê ve gaveke biçûk a şênber nehatiye avêtin. Di vê pêvajoyê de gel hezar gav avêt, lê dewletê gaveke bi tenê jî neavêtiye. Navê aştî, xwişk û biratî li komîsyonê kirin, lê belê ne bi navê aştiyê ne jî bi navê xwişk û biratiyê me tiştek nedît.
Birêz Ocalan ev pêvajo li se sêniyeke zêr danî pêşiya her kesî. Gelê Kurd heta dawiyê ji vê pêvajoyê re amade ye. Heta ku em sax bin em ê têkoşîna aştiyê dewam bikin. Divê êdî gav bê avêtin.”