Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonmez: Em di aştiyê de israr dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran çalakiyên Nobetên Edaletê didomin
Rojane

Li gelek bajaran çalakiyên Nobetên Edaletê didomin

Çalakiyên Nobetên Edaletê li gelek bajaran dewam dikin, li Mêrsînê jî meş hat lidarxistin. Dayikan komploya navneteweyî şermezar kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de û bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER)  ve hatiye destpêkirin di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî îro bi panela “Li dijî tecrîd û komploya navneteweyî meşa azadiyê” ya ji hêla Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Çukurovayê (ÇUKAY-DER) berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey di panelê de axivî û got ku rêya çareserkirina krîzan, azadiya Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Bila sosyalîst, teqawid, sendîka û her kesên ji xwe re dibêjin mirov piştgiriyê bidin me. Rizgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn di destê Rêbertiyê de ye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê ranebe dê rewşa Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wiha be. Çareserî hiqûq e, çareserî edalet e, çareserî azadiya Rêbertiyê ye.”

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Altuntaş jî di panelê de ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê dibe bihabûna pariyê nanê me û zêdebûna tiryakê. Lewma divê civak tev li vê pêvajoyê bibe. Sekna birêz Ocalan rê li ber mirinan digire lewma ev tecrîd lê tê ferzkirin. Ji bo vê jî divê em jî hewl bidin fikrên wî di nava civakê de belav bikin.”

Piştî axaftinan jî heta pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Şevket Sumerê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em berxwedana li zindanan silav dikin û komployê şermezar dikin” hate vekirin û dirûşmên “Em dayik in, mafdar in, aştiyê dixwazin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Şêniyên taxê jî piştgirî dan meşvanan.

Piştî meşê, Hevserokê ÇUKAY-DER’ê Bahattîn Bektaş axivî û wiha got: “Plana Têkbirinê ya di sala 2016’an de xistin meriyetê û tecrîda heyî nîşan dide ku komploya navneteweyî hêj didome. Her ku komplo tê kûrkirin, şer jî girantir dibe. Tekane rêya bicihanîna edaletê, rakirina tecrîda liser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye.”

EDENE

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî çalakiya xwe li avahiya komeleyê domand. Dayikên Aştiyê di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 63’yan de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan”  û “Em ê bi hêza xwe tecrîde bişkînin û jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de coşeke mezin hebû û beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Dayikên Aştiyê hatin serdana çalakvanan. Dayikan gotin ku bi heman daxwazan xwestin li Qada Esenyurtê daxuyaniyê bidin lê daxuyaniya wan ji hêla polîsan ve hatiye astengkirin.

Ji çalakvanan Fînce Akman di nobetê de axivî û got ku tehemûla îktîdarê ji bo tu kesên daxwaza aştiyê dikin nîne. Akman, wiha domand: “Di destê van dayikan de ço yan jî çek nînin. Tenê aştiyê dixwazin û dixwazin têkildarî vê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsên îktîdara AKP-MHP’ê nahêlin. Heta ku îktîdar wiha tevbigere dê cenaze bên. Lewma berpirsyarê van cenazeyan îktîdar bi xwe ye. Em destê aştiyê dirêj dikin.”

Çalakî bi dirûşme û stranan berdewam kir.

WAN

Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 71’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Bêgiriyê û şêniyên TAxa Şabaniyeyê hatin serdana nobetê.

Di çalakiyê de yek ji Dayikên Aştiyê Ayten Salgir axivî û ev tişt anî ziman: “Li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tecîd heye. Em dixwazin tavilê  çareseriyek bê peydakirin. Ev şer heta sed salên din jî bidome dê di dawiya dawî de vegerin ser maseyê.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

MÊRDÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê îro jî berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dayikên di çalakiyê de dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Nabe ku li Amedê Kurd, li Enqereyê gur bî
Nûçeya Pişt re Li Amedê tevî dorpêçê ‘Meşa Azadiyê’ didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nûrî Mehmûd: Divê tecrubeya gelê me bibe bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk

Fermandarê Giştî yê Erka Xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrî Mehmûd diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Rêdûr Helinc hate veşartin

Xelkê Kobanê cenazeyê Endamê Hêzên Komandos şehîd Rêdûr Helinc spart axê.

Ji aliyê Stêrk TV

Pexşan Ezîzî nayê derman kirin

Hat diyarkirin ku Rojnamevan Pexşan Ezîzî li zindana Evînê ji ber pirsgirêkê serêşiyê daxwaza tedawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?