Civaka Êzidî ku parastina Rojava weke parastina xwe dibîne û xwedî lê derdikeve, bi çalakiyên cûr bi cûr piştgiriya xwe îfade dikin.
Îro di saetên êvarê de xelkê Komelgeha Guhbel ji bo Rojava meşiyan. Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) her êvar diçin komelgehekî, ji balkişandina ser êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk û berxwedana Rojava çalakiyên cûr bi cûr lidar dixin.
Welatiyên Komelgeha Guhbel tevî meclisa gel û meclisa jin bi pêşengiya ciwanên Êzidî meşek lidar xistin. Di meşê de timî dirûşmên ji bo Rêber Apo, berxwedana Rojava hatin gotin.
Girseya gel her wiha dirûşmeya; ‘Yeke yeke yeke Rojava û Şengal yeke gotin. Piştî gera gel a di nava gund de çalakî bidawî bû.

