Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ji bo ku aloziya li Sûriyeyê kêm bibe û niyeta xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide, biryar dabû ku duh (17 Çile 2026) xwe ji deverên Dêr Hafir û Meskene vekişîne. Lê hîn vekişandin temam nebûyî, komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û dewleta Tirk êrîş pêk anîn.
Êrîşên ku li Dêr Hafir û Meskene destpê kirin, piştre li gundewarên Tebqa, Tişrîn, Mansura, Reqa û Dêrazorê belav bûn.
Li hemberî êrîşan şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dan û pevçûnên dijwar qewimîn. Hêzên QSD, YPJ’ê û Ewlekariya Hundirîn li hemberî êrîşên bi tang, top û her cure çekên giran, bersivên tund dan û derbe li êrîşkaran xistin.
Şer û pevçûnên ku heta serê sibehê dijwar bûn, berdewam dikin.
Li gorî agahiyan li gundewarên Dêrazor, Reqa, Mansura û Tebqayê di navbera hêzên QSD, YPJ û komên çeteyan de pevçûn didomin.

