Konser bi sponsoriya karsazên ji çar parçeyên Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd a Mannheimê hate lidarxistin. Salona ku kapasîteya xwe 1500 kes bû bi temamî tijî bû û bi sedan kesî jî li ser piyan li konserê temaşe kirin.
Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Rojava destpê kir û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” hatin qîrîn.
Kurdistaniyên beşdarî konserê bûn ji bo yekîtiya neteweyî û kombûna li dora berxwedana Rojava peyam dan.
Di destpêka konserê de ji Navenda Civaka Kurd a Mannheimê Cano Yildiz axivî û anî ziman ku Rojava bi tenê nîne û banga mezinkirina piştevaniyê kir.
Endamê Komîteya Amadekar Şahîn Karaaslan jî spasiya karsazên piştevanê konserê û beşdaran kir.
Parlamentera Partiya Çep Sahra Mirow li konserê axivî û ragihand ku bûyerên li Rojava ne tenê herêmî ye, lê meseleyeke navneteweyî ye bal kişand ser girîngiya parastina destketiyên demokratîk.
Di şevê de sînevîzyonek li ser berxwedana gel a li bajarên kurdan hate nîşandan.
Xêro Abbas, Ozan Dîno û Şivan Perwer jî li konserê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Hatineya konsera ji bo Rojava wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Rojava re bê şandin.

