Li parêzgeha Helebceyê Sendîkaya Karmendên Tendirustiya Helebceyê bi civînek çapemeniyê kampanyaya komkirina derman û pêdawîstiyên tendirustiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.
Cîgirê Rêveberê Sendîkayê Nêçîrvan Emîn di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Sendîkaya Karmendên Tendirustiya Kurdistanê hest bi berpirsyartiya li beramberî rewşa ku kesûkarên me li Rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrişên artêşa Sûriyeyê pêre rûbirû mane, vê kampanya alîkariyê radigîne. Daxwazê ji tevayî karmendên tendirustiyê, bijîşk û xwediyê karên tendirustiyê dikîn tevlî kampanya me bibin. Daku em bikarin pêdawîstiyên tendirustî û bijîşkî ji nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê re bişînin. Wê kampanya me sê rojan berdewam bike.”
Nêçîrvan Emîn da zanîn ku ew wek tîmên sendîkayayên Kurdistanê ji bo her erkek bikeve li ser milên wan amadene û daxwaz kir ku hikûmeta Herêmê ji bo gihandina derman û pêdawîstiyan ji bo Rojava bi wan re bibe alîkar.
Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Helebceyê Sinor Hamid jî axivî û got: “Wek Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê îro li gel karmendên wezaretê civiyan. Me daxwazên xwe pêşkêş kirin. Wek Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebceyê jî em li benda fermana Wezareta Tendirustî ne daku bikarîn wek karmendên tendirustiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibîn û xiametguzariyên tendirustî pêşkêş bikin.”

