Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şirnex û Edeneyê agirê yekem ê Newrozê hat vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê 11’ê Adarê li Kadîfekaleyê destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li herêmên hikumeta veguhêz rewşa jinan: Revandin, tundî û dûrxistin
Rojava

Li herêmên hikumeta veguhêz rewşa jinan: Revandin, tundî û dûrxistin

Piştî ku Sûriye derbasî qonaxa hikumeta veguhêz bû, rewşa tevlihev serwer bû û tundî zêde bû. Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû bûn û hin caran bedenên wan wek amûrên zextê hatin bikaranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di 8’ê Çileya borî de desthilata Sûriyeyê hat guhartin, pê re sûcên kuştin, revandin, tundiya malbatî û civakî bi taybetî hedefgirtina jinan, zêde bûn.

Heta niha bi sedan jin hatin kuştin û bi dehan jî winda ne. Li kêleka wê, beşdariya jinan di jiyana siyasî û jiyana giştî de heta asteke mezin bi paş ket, nexasim ku siyasetên fermî yên sînordarkirina rola jinan tên meşandin.

Di vê raporê de em balê dikişînin ser rewşa zehmet a jinên li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Di raporê de hejmara jinên qetilkirî, yên revandî, cihên pêkanîna sûcan, bandora tundiya siyasî û civakî tên diyarkirin û rewşa jinan di saziyên fermî û beşdariya wan di cihên biryarê de tên analîzkirin.

JINÊN SÛRIYEYÊ DI NAVBERA QETILKIRIN Û REVANDINÊ DE

Ji 8’ê Çileyê ve 650 jin ku ji wan 29 zarok in, di encama sûcên cuda de wekî teqîna bermahiyên şer, gulebaran, qirkirina taîfî û tundiya malbatî û civakî de, hatine qetilkirin.

Piraniya sûcan li bajarên Heleb, Şam, Hums, Hema, gundewarên Şamê, Dera, Tertûs, Quneytira, Laziqiye, Siwêda û deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên Dêrazorê de bûn.

QETILKIRIN

Heleb; 31 jin, ji wan 2 zarok. Şam; 14 jin, ji wan zarokek. Hums; 34 jin, ji wan 8 zarok. Hema; 36 jin, ji wan 3 zarok. Dera; 23 jin, ji wan 5 zarok. Laziqiye; 16 jin. Dêrazor; 28 jin, ji wan 2 zarok. Siwêda; 34 jin, ji wan 2 zarok. Gundewarên Şamê; 29 jin, ji wan zarokek.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 127 jin ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezarera Parastinê ya hikumeta veguhêz ve hatin qetilkirin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di komkujiyên peravê de 100 jin hatine qetilkirin ku hin jê zarok bûn. Li Siwêdayê jî 130 jin hatin qetilkirin.

REVANDIN Û WINDAKIRIN

Ji Sibata 2025’an ve jî gelek jinên Elewî ji deverên ku aloziya taîfî lê derketine wekî Hums û gundewarên wê, Hema û gundewarên wê û perava Sûriyeyê, bi sedemên taîfî hatin revandin. Li wir jin bûn amûrên kontrolkirinê. Ev rewş piştî komkujiyên li dijî Elewiyan zêde bûn û heta niha didomin.

Di Tîrmeha borî de piştî êrişa hêzên hikumeta veguhêz a li dijî Siwêdayê, nêzî 100 jinên Durzî hatin revandin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nehatiye wergirtin û çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Platforma Revandina Jinên Sûriyeyî Rawestînin, ji Sibata 2025’an ve herî kêm 36 jinên Elewî ku temenên wan ji 3 heta 40 saliyê ye, ji aliyê çekdarên nenas ve, li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê hatine revandin.

Ji wan 5 jin û 3 zarokên ku temenên wan jêrî 18 saliyê ne, bi roj û li ber çavê welatiyan hatine revandin. Li hemberî wê hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz tu lêpirsîn nekirin.

Li başûrê Sûriyeyê, li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê ji destpêka îsal ve 65 jin hatine revandin. Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku 97 kes ku hin jê jin in, ji Çileya borî ve hatine windakirin û revandin, lê belê hejmara tam ne zelal e.

DÛRXISTINA JINAN JI BIRYARDAYÎNÊ

Di qonaxa piştî rejîma Esed de, jinan xwe bi şer û aloziyan re rû bi rû dît û hin caran bedenên wan wek amûrên zextê hatin bikaranîn.

Di vê qonaxê de tevgera jinan hat paşguhkirin û nirxên demokrasiyê û peymanên navneteweyî yên mafên jinan hatin binpêkirin. Li kêleka wê qeydên civakî wekî ferzkirina hîcab û nîqabê û veqetandina keç û xortan li zanîngehan hatin danîn.

Jin ji gelek cihên biryardayînê wekî cîgiriya serokkomariyê, gelek wezaret û cihên parlamentoyê û rêveberiyên giştî, hatin dûrxistin.

Li gorî agahiyên Nivîsgeha Navendî ya Serjimariyê, di sala 2024’an de hejmara jinan li Sûriyeyê nêzî 11 milyon bû. Lê tevî wê jî nûneriya fermî ya jinan gelekî lawaz e. Hin jinan cih di “Nivîsgeha Kar û Barên Jinan” de girt, lê belê jinên din ên çalakvan banga parastina jinan û bidawîkirina tundiyê didomînin.

Tevî bangên pêkanîna “kotaya jinan”, lê rastiya rewşê tiştekî din diyar dike. Di vê qonaxê de wezîra jin a tekane Hind Qebewat e ku bi xwe jî wezîra kar û barên civakî ye, li hemberî wê wezîrên 22 wezaretan zilam in, bi vî awayî beşdariya jinan di wezaretan de ji sedî 5 e. Li gorî pîvanên kotaya jinan divê rêjeya herî kêm a beşdariya jinan ji sedî 30 be.

ÇALAKIYÊN JINAN

Ji ber vê rewşê, piraniya xebatên jinan bi awayekî ferdî tên meşandin, ji ber ku derfeta xwebirêxistinkirinê ji wan re nehat vekirin. Li Siwêdayê di 22’yê Mijdara îsal de “Tevgera Herair Başan” bi armanca xurtkirina beşdariya jinan di civakê de û şopandina mijara jinên revandî, hat avakirin.

Ev tevger yekemîn rêxistina jinan a li Siwêdayê ye. Li kêleka wê artêşeke taybet a jinan li Siwêdayê jî hat avakirin ku ji 500 jinan pêk tê.

Jinên ku di artêşê de cih girtiye, li 4 deverên sereke perwerdeyên leşkerî, xweparastin û destwerdanên lezgîn dibînin, ew jî herêmên Şeqa, Şehba, Qerya û Milih in.

ÇAVKANÎ: ANHA

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî li Kadiykoyê daxuyanî hate dayîn û hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Afrîkayê jinan tesîsa madenê ya Çînî ya zirar dida xwezayê îmha kirin

Bi sedan jinên li bakurrojavayê Gine-Bissauyê roja Yekşemê kaneke madenê ya Çînî dan ber agir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Elîf Berk: Îdeolojiyên serwer êrîşê dibin ser fikrê azadiya jinê

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk anî ziman ku îdeolojiyên serwer êrîşê dibin ser fikrê azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

100 girtiyên ku hatin berdan ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Sîpan Hemo bi fermî dest bi erkê xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê ji nû ve hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?