Şervanê Hêzên Komandos Brusk Hesekê (Emar Mihemed Hisên), şervanên QSD’ê Agirî Hesekê (Mecid Ebdulqadir), Baran Hesekê (Ziyad Tariq El Ubêd), Malik Cebel (Fadî Ebas El Xalid) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Remedan ên ku di dîrok û cihên cuda de di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin spartina axê.
Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hat lidarxistin. Tevî nûnerên saziyan, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereban bi sedan şênî beşdar bûn.
Di merasîmê de rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima El Elî axivî. Fatima piştî sersaxî ji malbata şehîda re xwest, keda şehîdan a ji bo bidestxistina azadî û aştiyê anî ziman û wiha got, “Van şehîdan ji bo aştî û ewlehiya welat canê xwe feda kir. Bi şehadeta xwe wateya berxwedan û têkoşîna li hemberî êrîşên qirkirinê nîşanî cîhanê da.”
Fatima bal kişand ser pirrengiya çandî ya li herêmê û ev li gotinên xwe zêde kirin, “Bajarê me tabloyeke mozaîkî ye. Divê em hevgirtî bimînin û xeta şehîdan bidomînin.”
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand, “Gotin li beramberî keda şehîdan kêm in. Bedena wan li hemberî dagirkeriyê bû bendeke. Şehadeta wan jî rêya nîşaneya dilsoziya wan a bi welat re û girêdana wan bi pîvanên ku ji bo wê parastina kirine ye.”
Şoreş Hesekê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û parastina herêmê da.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê jî wesîqeyên şehîdan xwend û da malbatên wan.
Di dawiyê de şervanan cenazeyên hevrêyên xwe hilgirtin ser milên xwe û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.