Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, tevlî şahiyê bûn ku li Parka 4’ê Nîsanê hate lidarxistin. Li parkê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin daliqandin.
Endamê Meclisa Bajar a Hesekê Sabrî Efrîn di şahiyê de axivî û ev bone, li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.
Sabrî Efrîn destnîşan kir ku PKK ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo mirovahiyê û lêgerên azadiyê û demokrasiyê tê dikoşe.
Dûre Koma Botan, Koma Sakîna, hunermend Sumeye Mihemed û Talib El Ehmed stran gotin.
Di dawiya şahiyê de, beşdaran govend gerand.