Di daxuyaniya Netanyahu de hate ragihandin ku di êrîşên Îranê de ku weke bersiva li hemberî êrîşên mezin ên Îsraîlê yên li ser Îranê hate kirin, heta niha 3 jê zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes bi giranî, 30 kes di asteke navîn de û 341 kes jî bi sivikî birîndar bûn
HIŞYARIYA JI BO ÎRANIYÊN LI NÊZÎ FEBRÎQEYÊ ÇEKAN DIMÎNIN
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê hişyariya veguhestinê da Îraniyan ên li nêzî ‘Febrîqeyên çekan’ dimînin. Di daxuyaniya hesabê Farsî yê artêşa Îsraîlê de hate gotin, “Hişyariya lezgîn ji bo hemû welatiyên Îranê: Hemû kesên li nêzî febrîqeyên çekan an jî saziyên ser bi van ve ne, yanî yên ku di demeke nêz de biçin van deveran, divê tavilê avahiyên ku lê ne vala bikin û vegerin.”