Li Îzmîrê di 7’ê Mijdarê de di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Nûnerê Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Aslan Kizil, Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aydin Çetînkaya, Hevserokê Komeleyên Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta Ramazan Kaygisiz, Hevserokê Navçeya Menemenê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ekrem Karakoç, rêveberên berê yên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a ya Egeyê (EGE TUHAYDER) Selma Altan, Hediye Tekîn û Îsmaîl Aytekîn û welatiyê bi navê Firat Aksoy bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ hatin binçavkirin û di 8’ê Mijdarê de îfadeyên wan hatin girtin.
Hediye Tekîn, Ekrem Karakoç, Ramazan Efendîoglû, Ramazan Kaygisiz û Selman Altan piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan û Aslan Kizil, Firat Aksoy û Îsmaîl Aytekîn bi daxwaza girtinê ji dadgehê re hatin sewqkirin.
Dadgehê biryara serbestberdana Aydin Çetînkaya da û 3 kesên din jî hatin girtin.