Hate ragihandin ku êrîş bi tivingeke pompeyî hatiye kirin û di encamê de 2 polîs hatine kuştin, yek jî bi giranî birîndar bûye. Hate ragihandin ku di bûyerê de sivîl jî birîndar bûne.
Her wiha hate gotin, kesê ku êrîş kiriye 16 salî ye. Gumanbar piştî êrîşê hate binçavkirin. Hêzên ewlekariyê dor li herêmê girtin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya piştrast kir ku 2 polîs hatin kuştin û anî ziman ku têkildarî êrîşê lêpirsîn hatiye destpêkirin.