Doç. Dr. Yûsûf Yilmaz (38) ku li navçeya Bornova ya Îzmîrê hîndekar bû, hevjîna xwe Doç. Dr. Derya Uzellî Yilmaz (38) ku di qonaxa hevberdanê de bûn bi çekê bi giranî birîndar kir û keça xwe ya 4 salî Lînda Yilmaz û xwesûya xwe Dîlek Uzellî (61) jî qetil kir. Yilmaz, bi heman çekê întîhar kir. Piştî îxbarê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Di lêkolîna ewil de derket holê ku Lînda Yilmaz û Dîlek Uzellî jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku rewşa Derya Uzellî Yilmaz ku rakirin nexweşxaneyê jî giran e.
Li ser Yûsûf Yilmaz 4 demancayên bêruxset derketin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.