Balafireke rêwiyan a ku li Kanadayê ji bajarê St. John’s û bajarê Halîfax sefera xeta hundir dikir, ji pîstê derket û agir girt. Hat zanîn ku piştî qezayê hin rêwî bi sivikî birîndar bûn. Hat ragihandin ku qeza ji ber arizaya lastîkê çêbûye.
Di lêkolîna piştî qezayê hatî kirin de, hat destnîşankirin ku balafir li ser tenişta xwe ketiye, bask û motora wê jî bi erdê re xişikî ye.
Li gorî agahiyan, agir bi wan deverên balafirê ketiye ku li hev ketibûn û panîk kete nava rêwiyan.