Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, çalakiyan lidar dixe. Li Stenbolê bi tevlibûna siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, parlamenterên DEM Partiyê bi dirûşmeya “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnînin” li Qada Neyzen Tevfîka navçeya Kartalê ya Stenbolê çalakiyek lidar xist. Rêveber û nûnerên saziyên jinan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û gelek jin tevlî mitîngê bûn. Jin bi pankarta “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnînin” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava û Rojhilat” berz kirin. Jin wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Pakîze Nayir vekirin û govend gerandin. Jinan xwest bimeşin polîsan êrîşî jinan kir. Li dijî vê jinan li ber xwe da û li qadê daxuyanî da.
Li vir ewilî Parlamentera Amedê Ceylan Akça axivî û diyar kir ku ew 8’ê Adarê li jinan pîroz dikin û wiha axivî: “Em bi felsefeya Jin jiyana azadî û civaka demokratîk mezin dibin. Desthilatdar sala malbatê îlan kir û xwest jinan di nava malan de fetisîne, lê jin ne tenê li malan e. Em li herderî ne. Em hene û em dibêjin Jin jiyan azadî.”
Dûre Gultan Kişanak axivî û wiha got: “Xwestin me ji dîrokê tune bikin, me ji nava civakê tune bikin, lê me berxwe da û dê em ê berxwe bidin. Jin nivê civakê ne, ji destpêka dîroka ve heye, em li vir in. Em dibêjin jin azad nebin civak jî azad nabê. Em jin pêşengê têkoşîne ne û em ê serbikevin. Li dijî şer aştî, desthilatên yekperest em ê herdem li pêşiyên bin. Bajarên me, welatên me dixwazin bikin qada şer. Li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst gelan di nav şer de hişt. Li Sûriye, Filistin, Rojava û Şengalê me tundiya wan dît. Lê em bi hev re serketin. Îro li Îranê pevçûna hêzên hegoman heye. Em jin li herderî azadiya jinan û gelan diparêzin. Jinên ku li Îranê berxwe didin silav dikin. Em jin li dijî dagirkeriyê li cem gel û jinan in. Em li gel Mahsa Aminî ne. Birêz Abdullah Ocalan tevahî cîhanê dawetî jiyanekê hevpar û azad dike. Em jî li vir bang dikin û dibêjin serketin pradîgmaya netewa demokratîk e. Birêz Abdullah Ocalan pêşiya aştiyê vekir ji bona wê divê pêşiya birêz Abdullah Ocalan jî vebe.”
Piştî axaftina Gultan Kişanak jinan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin û çalakî bi dawî bû.

