Newroz li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hat pîrozkirin. Bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê kom bûn. Welatiyan ji serê sibê ve dest bi hatina Qada Newrozê ya Kerboranê kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û wêneyê Rêber Apo jî hatin hilgirtin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku di pîrozbahiyê de axivî, got ku Kerboran sembola aştiyê ye. Devrîm Demîrê diyar kir ku Kerboran di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de têkoşîneke pir bi rûmet daye û got: “Ji ber ku wê bi çîroka xwe navê xwe di dîroka Kurdistanê de nivîsandiye. Ji ber vê yekê îro li vir Newroz tê pîrozkirin. Ev Newroz ku bi dirûşmeya azadî û yekîtiya demokratîk hatiye organîzekirin, li vir tê pîrozkirin. Ev ewqas bi qîmet e ku girîngiya xwe du qat zêde dike. Ji ber vê yekê, em serbilind û heyecan in ku Kerboran îro bi gelê xwe re ye. Banga me ji bo hemû gelê Kurd, jin û hemû ciwanên Kurd ev e ku, li gorî nav û dırüşmeya Newrozê, divê her Kurdek ji îro û pê ve beşdarî vê têkoşîna yekîtî û avakirina gelê Kurd bibe. Em bawer dikin ku ev Newroz dê ji bo yekîtiya me bibe fersendek û azadiya me dê li her çar perçeyên Kurdistanê were avakirin.”
Paşê Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Abdul Selam Turan axivî. Tûran bang li AKP-MHP’ê kir, got: “Pêvajo bi awayekî yekalî nayê meşandin. Pêvajoya aştiyê bi tecrîda li ser Îmraliyê nikare bi ser bikeve. Soza me ya herî mezin, rûmeta me, nirxa me û bihayê me ji hêla birêz Ocalan ve tê destnîşankirin.”
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê berîtan Guneş Altin axivî. Berîtan güneş Altinê destnîşab kir ku Kerboran her tim bi bexwedana xwe keleh e û cejna Rêber Apo û hemû girtiyan pîroz kir. Berîtan Guneş Altinê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û bang li dewletê kir ku bi berpirsiyarî tevbigere.
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi tilîlî û dirûşmeyan hat vêxistin. Pîrozbahî bi govendgerandinê û stranan bi dawî bû.

