Îro bi beşdarbûna nivîskar, wêjekar, çalakvan û dîroknasan bi sernavê “Girîngiya pirrengiyê li Kerkûkê” panelek hate lidarxistin. Di panelê de Receb Kakeyî axivî û behsa girîngiya pirrengiya li Kerkûkê kir.
Receb Kakeyî têkildarî panelê ji ANF’yê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Me di vê panelê de behsa girîngiya pirrengiyê kir û her wiha me li ser destûra Iraqê jî nîqaş kirin. Me di panelê de diyar kir ku Kerkûk bajarekî pirnetewe, pirdîn û pirziman e û girîng e ku ev yek bê parastin.”
Receb Kakeyî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi pirrengiya li Kerkûkê kir û wiha domand: “Cihê kêfxweşiyê ye ku pirrengî li Kerkûkê nebûye sedema wê yekê ku şerê naxweyî li Kerkûkê çêbe. Li Bexda û li deverên din di navbera pêkhateyên cuda de şer çêbûye, lê li Kerkûkê ev yek nebûye. Di wexta bangeşeyên hilbijartinan de partî û aliyên siyasî carinan dîskûrseke wisa bi kar tînin ku tê de riq û kîn heye, lê ev yek tu carî nebûye sedema wê yekê ku li kolanan xelk pev biçe. Berevajî vê yekê em dibînin ku li Kerkûkê bi awayekî berfireh di navbera pêkhateyan de zewac heye.”
Receb Kakeyî li ser rola nûnerên pêkhateyên kemîne yên di parlementoyê de ev nirxandin kirin: “Mixabin di sîstema kotayê de nûnerên pêkhateyan nekarîn nûnertiya rasteqîne ya pêkhateyan bikin, berevajî, tenê nûnertiya partiyên xwe kirin. Rast e nûner endamên pêkhateyan in, lê nûnertiya rasteqîne ya pêkhateya xwe nekirine.”
Receb Kakeyî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Peyameke min a taybet ji bajarê Kerkûkê re heye. Kerkûk bajarekî pirreng e, çawa ku pêkhateyan heta niha li hemberî hev bêrêzî nekiriye, divê ji niha û pê ve jî ev rêzgirtina li hevdu berdewam be. Çênabe ku mirov destûrê bide ku kesên bêrêz bêne Kerkûkê û bêrêzî û tevliheviyê çêkin.”