Yekşem, 18 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên çeteyan hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Celal Baymış hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan gundekî derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin
Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûnên dijwar didomin
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Kerkûkê pêşangeha ‘Keçeke Wênesaz’ hat vekirin
Kurdistan

Li Kerkûkê pêşangeha ‘Keçeke Wênesaz’ hat vekirin

Li Kerkûkê, bi sernavê “Keçeke Wênesaz” ji bo keçên hunermend û wênesaz ên bajêr pêşangehek hat vekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Navenda Çandê ya Kerkûkê, bi beşdariya dehan keçên hunermend bi sernavê “Keçeke Wênesaz” pêşangehek ji bo keçên wênesaz hat vekirin.

 

Di pêşangehê de bi dehan tabloyên hunerî yên ku berhemên keçên wênesaz ên Kerkûkê ne, hatin pêşandan. Keçên wênesaz ên bajarê Kerkûkê di tabloyên xwe de behremendî û jêhatîbûna xwe nîşan dan.

Hawjîn Farûq keçeke hunermend e û xwendekara Peymangaha Hunerên Ciwan a bajarê Kerkûkê ye. Hawjîn hem bi tabloyeke xwe beşdarî pêşangehê bûye û hem jî yek ji amadekarên pêşangehê ye.

Hawjîn Farûq li ser pêşangeha “Keçeke Wênesaz” ji ANF’ê re axivî û got: “Min wek xwendekareke Peymangaha Hunerên Ciwan a Kerkûkê xwest pêşangeheke hunerî ji bo keçên bajarê xwe vekim. Min karî ez gelek keçên hunermend ên bajêr kom bikim û me karî em bi hev re vê pêşangehê vekin.”

Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de Hawjîn Farûqê wiha got: “Yên ku beşdarî vê pêşangehê bûne, beşek ji wan xwendekarên Peymangaha Hunerên Ciwan in û beşek jî ew kes in ku xwedî behremendiyên wênesaziyê ne. Di vê pêşangehê de 36 keçên hunermend bi 45 tabloyan beşdar dibin. Tablo pirreng in, lê bi awayekî serekî tabloyên keçan in. Peyama min ji bo keçan ew e ku bila ji civakê netirsin û karîn û behremendiyên xwe nîşan bidin.”

Meryem Azad ku bi du tabloyan beşdarî pêşangeha “Keçeke Wênesaz” bûye, der barê pêşangehê de ji ANF’yê re axivî û got: “Salek û du meh in min dest bi karê hunerî û wênesaziyê kiriye. Bi rêya piştgirî û teşwîqa hevaleke xwe min karî di wênesaziyê de ez bigihîjim vê astê û min biryar da ku ez beşdarî vê pêşangehê bibim.”

Meryem Azadê behsa tabloyên xwe kir û ev tişt anîn ziman: “Ez ji çi tiştî hez bikim, wêneyê wê saz dikim. Îro jî ez bi du tabloyan beşdarî vê pêşangehê bûme ku yek ji tabloyên min periya deryayê ye, wêneyê din jî wêneyê wan cihan e ku ez dixwazim serdana wan bikim û her wiha tabloyên min nûnertiya pêkvejiyanê dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Meryem Azadê amaje bi girîngiya van cure pêşangehan kir û wiha domand: “Girîngiya van pêşangehan ew e ku em karên xwe nîşanî xelkê bidin û piştgiriya zêdetir bigirin. Ev cure pêşangeh dikin ku em ji bo karên xweşiktir motîve bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nadiya Derwîş: Sînemaya me, sînameya hêviyê ye
Nûçeya Pişt re ’12 hezar pêşmerge reviyan û 12 gerîla em xilas kirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma Rûken beşdarî Festîvala ‘Kevneşopî û Nûjenî’ bû

Li Moskowayê Festîvala ‘Kevneşopî û Nûjenî’ hate lidarxistin. Koma govendê ya Kurdî ‘Rûken’ jî beşdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kuluyê Newroz hat pîrozkirin

Li navçeya Kulu ya Konyayê Newroz bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe",…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Gel a Şêxmeqsud banga lezgîn kir

Meclisa Gel a Şêxmeqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrîşên çeteyan hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?