Li Kobanê welatî, dayîk û nûnerên gel ên di nobetên parastinê de cih digirin, destnîşan dikin ku bajêr di bin dorpêçeke giran de ye û li hember bêdengiya rayagiştî ya navnetewî nerazîbûn nîşan didin.
Di nirxandinên hatine kirin de hate gotin ku êdî li bajêr kesekî ku bi rehetî li malê rakeve nemaye; ciwan-pîr, jin-mêr herkes di rewşa parastin û nobetê de ye.
Dayikeke Kobanêyî ya di nobeta şevê de wiha got: “Em li keleha berxwedanê Kobanê ji bo gelê xwe û welatê xwe di parastinê de ne. Niha kes li malê nîne; herkes li qadan e. Gel li pey şehîd û birîndarên xwe ye. Em naxwazin xwîn were rijandin; em wekhevî, ewlekarî û lihevkirinekê dixwazin. Lê belê cîhan li hember rewşa me bêdeng dimîne.”
Hate destnîşankirin ku piştî ragihandina seferberiyê parastin li bajêr bi awayekî civakî hatiye rêxistinkirin û gel û şervan bi hev re bi heman biryardariyê berxwedanê dikin. Yên li eniyê û yên li ber deriyê mala xwe nobet digirin bi heman biryardariyê tevdigerin û her kesê ku îmkanê wî/ê hebe beşdarî parastinê dibe.
Welatî destnîşan dikin ku gelê Kurd bi salan e rastî êriş û komkujiyan tê û sivîl bê elektrîk, bê av û bê xwarin mane, bajêr di bin dorpêçeke giran de ye. Di daxuyaniyan de nerazîbûn li hember bêdengiya rayagiştî ya navnetewî hate nîşandan.
Welatî bang li gel kirin ku yekîtiyê pêk bînin û wiha gotin: “Em ê xwedî li axa xwe û gelê xwe derkevin. Soza me parastina cewherî ye.” Bang li gelê her çar perçeyên Kurdistanê jî hate kirin ku ev dem dema yekîtiyê ye.
Pîrekî yê di nobeta şevê de ye jî wiha got: “Gelê Kobanê bajêr bi bajêr, tax bi tax, gund bi gund di parastinê de ye. Em li hember êrişên ku dixwazin gelê me tune bikin mafê xwe yê parastinê bi kar tînin. Em bajêr û gundên xwe diparêzin.”
Welatî bal kişandin ser hiqûqa navnetewî û gotin ku mafê herkesî ya xweparastinê heye û gelê Kobanê jî li ser vê bingehê tevdigerin. Hate destnîşankirin ku êriş dermirovî ne û bêdengiya hêzên navnetewî hate şermezarkirin.
Dayikeke din a di nobeta xweparastinê de jî wiha got: “Ez wek dayikekê hatim Kobanê û ji bo gelê xwe bûm mertalê zindî. Em ê êrişên ku zarok û kal û pîrên me dikin hedef ji bîr nekin. Kobanê rûmeta me ye.”

