Li bajarê Kobanê ji bo 10 şehîdan merasîmeke biheybet hat lidar xistin. Di merasîmê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ji fermandarên QSD’ê Sîpan Hemo, Mehmûd Berxwedan û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif amade bûn.
Di merasîmê de şehîd Lezgîn Kobanê (Ednan Xelîl), Gîvara Kobanê (Diyar Mehmûd), Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Mislim), Şervan Serêkaniyê (Silêman Mihemed) ku di 18’ê Çileyê de li Dêrezorê şehîd bibûn, her wiha Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed), Rojhat Kobanê (Hogir Cuma) ku di 17’ê Çileyê de şehîd bibûn, Ehmed Têkoşîn (Mûrad Çetîn) ku di 24’ê Çileyê de li Sirînê şehîd bibû, Çiya Qamişlo (Nasir Mihemed) ku di 1’ê Adarê de li Kobanê şehîd bibû, Mazlûm Emîn (Adil Emîn), Baz Kobanê (Mihemed Mamo) ku di 20’ê Çileyê li Dêrezorê şehîd bibûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi amadebûna bi deh hezaran kesî hatin oxirkirin.
Piştî deqeya rêzgirtinê endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî axivî û got ew dê mîrateya şehîdan heta dawiyê biparêzin û li ser xeta wan ji bo avakirina jiyaneke azad, tev bigerin.
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, jî anî ziman ku ew soz didin mîrateya şehîdan bigihînin lûtkeyê û got: “Wan têkoşîneke bêhempa kiriye, em soz didin malbatên xwe yên şehîdan ku em ê hemû şehîdan bînin û di goristanên şehîdan de bispêrin axa pîroz.”
Mazlûm Ebdî, di merasîmê de têkildarî dîlgirtiyan de jî wiha got: “Em niha ji bo bidestxistina hejmareke girtiyan têdikoş in, wê di rojên kurt ên li pêş me de 300 kes ku navên wan jî û belgeyên wan jî ji me re hatine, dê werin berdan û ji malbat û kes û karên wan re bên şandin. Di heman demê de jî em soz didin gelê xwe ku em ê heta dawiyê mîrateya şoreşê biparêzin, ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe biaxivin û fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, bi nasnameya xwe ya Kurdî tev bigerin û ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, em ê têkoşîneke bê hempa bikin. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan biparêzin.”
Dûre ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd bi dirûşman spartin axê.

