Li bajarê Kobanê û gundewarên wê karname li 106 dibistanan li 28 hezar xwendekaran hat belavkirin. Mamoste û zarokên li wir ji ANF’ê ra axivîn û gotin, ew ê zimanê xwe fêr bibin û biparêzin.
Berdevka dibistana Şehîd Seydo ya bajarê Kobanê mamoste Narîn Mislim diyar kir ku îro karname li şagirtan hatin belavkirin û got: “Ji ber rewşa herî dawî û koçberiyê, gel neçar man li dibistanan niştecih bûn û ew yek bû sedem ku xwendekar ji dibistanan dûr bikevin. Ji lewra jî me îro dest bi belavkirina karnameyan kiriye. Hin koçber jî li dibistana hene, ew ê ji koçberan re çareseriyê bibînin û xwendekar careke din berê xwe bidin dibistanên xwe.”
Mamoste Narîn Mislim anî ziman ku bi salane ji bo zimanê xwe me ked daye, divê em vê kedê jî heta dawiyê biparêzin û got: “Ewqasî sal em bi zimanê xwe dixwînin û fêr dibin, ji lewra jî em ê bi zimanê xwe jî xwendina xwe berdewam bikin. Em hewl didin ku careke din deriyên du dibistanên mezin şehîd Seydo û şehîd Hogir vekin û li wir xwendekar dest bi xwendina xwe bikin. Weke mamoste daxwaza me ew e em bi zimanê xwe zarokên xwe fêr bikin, ji ber em xwediyê wê mîraseya bi salan in ku me zimanê xwe parastiye.”
Xwendekara Refa 4’an Lana Ebdulqadir ku pileya 100 ji dibistana xwe girtiye dibêje, ew gelekî kêfxweşe ku bi zimanê xwe dixwînin û anî ziman ku ew bi zimanê xwe yê dayîkê şanaz û serbilind in.
Piştre jî karname li xwendekaran hat belavkirin û xwendekar bi kêfxweşî pileyên xwe pêşwazî kirin.

