Patiyên siyasî yên bajarê Kobanê ji bo erkdarkirina kesekî ji derveyî bajarê Kobanê, li pêşiya cihê navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kobanê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevseroka têkiliyên Derve ya PYD`ê ya Firatê Leyla Ehmed ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi salan e gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê li ser destê rejîma ruxiyayî gelek êş, zor û zext kişandin. Ev êş, zulm û şîdeta heyî careke din bi destê DAIŞ’ê di sala 2014’an de hat nûjenkirin. Lewma pêwîstî bi fedekarî û yekgirtina pêkhateyên li Sûriyeyê hebû da ku pêşî li komkujiyên mezin bigirin û gel biparêzin.
Li ser vî esasî, weke gelê Kobanê ji kal, pîr, jin, mêr, ciwan û zarokên wê, me fedekariyên dîrokî kirin. Ji bo rizgarkirina Kobanê û parastina Sûriyê ji rêxistinên terorîst û parastina aramiya heremê, her wiha ji bo avakirina welatekî azad û civakeke demokratîk li ser hîmê wekhevî, edalet û azadiya jin, me berdêlên giranbuha di oxira vê dozê de da.
Piştî hilweşandina rejîma dîktator a Baas’ê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî de, li ser bingehê entegresyonê û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, di 29 Çileyê de rêkeftinek hat çêkirin.
Bingehê vê rêkeftinê jî, cihgirtina hemû pêkhate û hêzên heyî bi awayekî demokratîk, di Sûriyeyeke pir-rengî, nenavendî û demokratîk de bû. Lewma pêwîst e bê zanîn ku doza Kurdî, doza edaleta niştîmanî ye û mafê Kurdan beşeke sereke ji mafên hemwelatîyên Sûriyeyê ye. Ev yek ji li ser aramiya Sûriyê ne gefek e, berovajî ji bo domdariya aramiya heremê şert e.
Lê weke gelê Kobanê, bi taybet jî piștî ewqas qurbanî û şehadeta bi sedan keç û xortên me ku di oxira aramî û parastina yekitiya Sûriyeyê de hatin dayîn, ji nişkan ve em li rastî biryara tek-alî ya encumena Parêzgeha Helebê hatin. Erkdarkirina kesekî ji derveyî herêma Kobanê ku temsîla wê jî nake û ew kirina berpirsê Kobanê, biryareke ne adil û ne di cih de ye.
Li ser vî esasî, em weke partiyên siyasî yên li Kobanê, daxwaza betalkirina vê biryarê dikin. Her wiha weke hemwelatiyên Kobanê ji bo vê êșa ku bi salan me jiyan kiriye dubare nebe, em daxwaz dikin ku îradeya civaka Kobanê der barê vê biryarê de di ber çav re were derbaskirin.”
Partiyên daxuyanî daye ev in:
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî
Partiya Demokrat a Paşverû ya Kurd li Sûriyê
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
Tevgera Azadî a Kurdistanî li Sûriyê
Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê/Partî
Partiya Rêkeftin a Kurdî Sûriyê
Partiya Aştî ya Demokratî Kurdistanî

