Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk heye
Civak & Ekolojî

Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk heye

Ekolojîst Egîd Ozdemîr diyar kir ku dewleta Tirk li gel êrîşên xwe yên li ser xwezaya Kurdistanê ji tehrîbateke hawirdorê wêdetir bêjîngehkirin û mehrûmkirina ji pêşerojê ya gelê Kurd armanc dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Egîd Ozdemîr da zanîn ku wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê bi qirkirina polîtîk û civakî re ketine nava hevûdu û got: ‘’Şewat- bendav-maden-qedexe, weke xelekeke qirkirina xwezayê ne ku armanc dike nifûsa heyî ji cih û warên wê bike, vegerê ne pêkan bike û xalên berxwedêriya civakî belav bike.’’

Ji TMMOB’ê ekolojîst Egîd Ozdemîr têkildarî talana dewleta Tirk a li Kurdistanê, qirkirina ekolojîk û sedemên wê ji ANF’ê re axivî.

Ozdemîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser paşeroja talana li Kurdistanê û ev yek anîn ziman: ‘’Nabe ku em talana xwezayî ya li Kurdistanê bi mijarên îro re eşkere bikin. Rehên vê talanê xwe digihînin salên avakirina Komarê. Piştî salên 1920’î li gel înkara gelê Kurd xwezaya Kurdistanê jî bi awayekî sîstematîk hate hedefgirtin. Dema em li belgeyên serdemên weke Plana Şark Islahatê, Şêx Seîd, berxwedana Agiriyê û Komkujiyên Zîlan û Dêrsimê dinêrin, em dibînin ku di raporên leşkerî de li gelek cihan îfadeyên weke ‘’şewitandina çiyayan û tunekirina daristanan’’ cih digirin. Yanî çiya, daristan û av weke hebûneke ekolojîk nayên dîtin û weke amûreke ku li hemberî dijmin tê bikaranîn û hedefeke ku divê were tunekirin hatine kodkirin. Heman tişt bi awayê herî dijwar û sîstematîk di salên 1990’î de jî hebû. Nêzîkî 4 hezar gund hatin valakirin û şewitandin. Daristan bi şewatên bi zanebûnî hatin tunekirin. Ev yek bes ne polîtîkayên ewlehiyê bûn, di heman demê de veqetandina pêwendiya gelê Kurd a qedîm a li  gel xwezayê bû. Ji bo gelê Kurd gund tên wateya rez, baxçe, hebûna avê û zozanan. Ev hemû yek in û bi hev ve girêdayî ne. Ji ber wê yekê şewitandina gundan tê wateya tunekirina jiyan, bîr û çandê. Topyekûn tunekirina Geliyê Zîlanê û şewitandina daristanên Dêrsimê ya di sala 1938’an de û valakirina gundan ya di salên 1990’î de berdewamiya heman zîhniyetê nîşan didin.’’

Egîd Ozdemîr piştre awayên sepandina polîtîkayên berbehs ên di roja îroyîn de û got: ‘’Ev polîtîka roja îroyîn bi awayên cudatir tên sepandin. Çiyayê Cûdî mînaka vê yekê ya berbiçav e. Hem bû hedefa şer û pevçûnan hem jî piştî şer û pevçûnan bi madenan, kanên keviran û birîna daran veguherî qada îstîsmara aborî. Şewatên daristanan ên di dema şerî de û jicihûwarkirina bi darê zorê îro bi amûrên cuda tên berdewamkirin. Ev yek nîşan didin ku talana li ser xwezayê bi berdewamî heye. Ez vê yekê weke qirkirina ekosîstemê pênase dikim. Çimkî hewl tê dayîn ku xweza, çand û însan bi hev re werin tunekirin. Piştî salên 2000’î û bi taybetî jî piştî salên 2010’an talana xwezayê bi amûrên cuda berdewam kir. Vê carê jî bendav, HES, kanên madenan, îlanên parkên neteweyî û herêmên ewlehiya taybet ketin li şûna valakirina gundan. Çiyayên Sat û Cîloyê di hean demê de weke parka neteweyî, qada turîzmê, baregeha leşkerî û qada madenê hatin pênasekirin. Yanî di bin navê parastinê de dorpêçeke din hate afirandin. Her wiha dîsa gelek kanên madenê hatin vekirin. Di bin navê projeyên GES, RES û jeotermalê de jî jîngeh û zozanên gundan ji şîrketan re hatin dewirkirin. Ev yek nîşanî me didin ku mantiqa ‘erdnîgariya cezakirinê’ ya di salên 1920’î de dest pê kiriye, di salên 1990’î de bi polîtîkayên şewitandin û valakirinê gihîşt astên herî bilind. Îro jî bi polîtîkayên ewlehî û sermayeyê  pergaleke din a talanê berdewam dike. Ji ber wê yekê tişta ku em şahidiya wê dikin ji talaneke xwezayê wêtedir bêjîngehkirin û mehrûmkirina ji pêşerojê ya gelê Kurd e. Ji ber wê yekê em ji vê yekê re dibêjin qirkirina ekolojîk.’’

Ozdemîr di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya talankirina xwezayê û qirkirina ekolojiyê ya bi asîmîlasyonê re û wiha pêde çû: ‘’Em dikarin bibêjin ku têgeha qirkirina ekolojiyê, bi bendavan di din avê de hiştina gundan, şewitandina daristanan ya bi awayekî sîstematîk, zirardayîna mekanên pîroz û pêwendiya polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê perçeyên xeleka tasfiyekirina polîtîk in. Weke hêmana sereke ya bênasname û bêjîngehkirina gelê derdikeve holê. Koçberkirina bi darê zorê bes nayê guherandina jîngehê. Li gel vê yekê têkiliya dêrîn a bi nasname, ziman û çandê re jî ji holê tê rakirin. Pêwendiya xweza-însan bîra van gelan di nava xwe de dihewand. Ziman û çanda ku dihat qedexekirin li vê devera xwezayî dikarî xwe biparêze. Lê belê ev yek ji bo bajarên mezin û metropolan derbasdar nîne.’’

Ozdemîr piştre diyar kir ku projeyên bendav û HES’an mekanên pîroz û erdnîgariyên bîran jî tune dikin û got: ‘’Ji aliyekî ve gund di bin avê de tên hiştin û ji aliyekî ve jî mekanên nû yên ku werin çavdêrîkirin, temaşekirin û kontrolkirin tên afirandin.  Bendavên li ser Mûnzurê bes ne projeyeke enerjiyê ne berovajî wê amûrên asîmîlasyon û siyaseta ewkehiyê ne. HES û projeyên bendavan ên li Gelîyê Zîlan ên piştî Komkujiya 1930’î li gel hedefgirtina gelîyî hewl tê dayîn ku bi rêya talana ekolojîk bîra civakî dubare were tunekirin. Li Geliyê Botanê jî tevî îlana parka neteweyî jî bendav û projeyên HES’an tên çêkirin û jîngeh tên tunekirin. Weke encam asîmîlasyon bi qedexekirina çand û ziman sînordar nîne. Ji ber wê yekê em dibêjin ku polîtîkayên qirkirina ekolojîk binesaziya asîmîlasyonê ne. Bendava Ilisûyê jî Hesenkêf û nêzîkî 200 xanî di bin avê de hiştin û li gel vê yekê bîra çandî hate tunekeirin; nêzîkî 100 hezar însan jî bi awayekî rasterast yan jî nerasterast ji cih û warên xwe hatin kirin. Wê kêm bimîne ku mirov vê rewşê weke windahiyeke mekanî yan jî di bin avê de hiştina topografyayekê binirxîne. Li gel windahiya mekanî îmhakirina pêwendiyên dîrokî, mekanên baweriyê û bîra civakî ye. Şewitandina daristanan, çêkirina bendavan, projeyên HES’an û kanên madenan ên li Dêrsim, Geliyê Zîlan û Botanê nîşan didin ku ev hemû bes ne rant in di heman demê de stratejiyên sîstematîk in.”

Ozdemîr destnîşan kir ku êrîşên li dijî mekanan û kargeriya bendavan girêdayî hev in û wiha pêde çû: ‘’Lêbinêrin; 11 bendavên ku li ser xeta Colemêrg û Şirnexê hatine çêkirin di lîteratûra fermî de jî weke ‘bendavên ewlehiyê’ tên pênasekirin. Ji aliyê dewletê ve ‘geliyên stratejîk’ bi avê tên tijekirin û derbasbûn tên qutkirin. Lê belê ev dever bi sedan salan e qadên jiyanê ne û weke rez û baxçe û zozan tên bikaranîn. Bendava İlısûyê mînaka vê yekê ya herî berbiçav e. Li Geliyê Hesenkêf û Dîcleyê 200 wargeh di bin avê de man, herêm hate bêmilkkirin û bîra çandî hate tunekirin. Di bin navê ‘enerjiyê’ de projeya tasfiye û çavdêriyê hate xistin meriyetê. Aliyekî din ê van bendavan pêşîlêgirtina edaletê ye. Di doza Kerboran a JÎTEM’ê de gundê ku lê cînayetên failên wan nediyar hatin kirin û di bin avê de hiştin û ji ber vê yekê keşif nehatin kirin û doz hate girtin. Heman tişt ji bo Geliyê Zîlan jî derbasdar e. Projeya Farqînê jî senaryoyeke weke van e. Dema ku ev proje ku ji bendav û 23 tesîsên avdanê pêk tê, hate temamkirin wê 175 kîlometrekare di bin avê de bimîne; 15 gund bi temamî û zêdetirî 30 gund jî wê bi qismî di bin avê de bimînin. Gundên di salên 1990’î de hatine valakirin vê cara duyem werin tasfiyekirin. Her wiha xeta avdanê ya Nerduş-HES’ê ku di van demên dawîn de ji aliyê DSI’yê ve hate ragihandin, mînakeke vê yekê ye. Wê bi vê projeyê bes enerjî neyê hilberandin; weke makenazîmayeke kontrolê ya pirarmancî tê sêwirandin. Wê herka Çemê Nerduşê were qutkirin, ekosîstem were ziwakirin; gundên dîrokî yên weke Şax û Heblerê di bin bendavê de bi temamî werin tunekirin.’’

Egîd Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bendav û projeyên HES’an ji enerjî û avdanê wêdetir weke perçeyeke ewlehî û polîtîkayên kontrolê ne û ev yek anîn ziman: ‘’Ew dîwarên li pêşiya derbasbûnê, projeyên ku gundiyan ji jîngehên wan vediqetînin û mekanîzmayên ku çandiniya kevneşopî tune dikin û rê li ber çandiniya endustriyel vedikin, rêyên tunekirina bîrê û qadên sermayeyê ne. Êrîşên li dijî mekanan û fonksiyona bendavan girêdayî hev in. Bendav ew amûrên qirkirina xwezayî ne ku hem ekosîstemê û civakê hem jî bîra civakî hedef digirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir
Nûçeya Pişt re Jinan çalakiya ‘xeleka aştiyê’ lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pakistanê êrîşên hewayî li ser sînorê Efganistanê pêk anî: Herî kêm 18 mirî

Pakistanê ragihand ku êrîşên hewayî li ser 7 nuqteyên li ser sînorê Efganistanê pêk aniye.…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk di nava 6 rojan de herî kêm 19 kes li Efrînê revand

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk di nava 6 rojan de li Efrînê herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji TEV-DEM’ê daxuyaniya 12’ê Adarê: Em berxwedana xwe mezin bikin

TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 20'an a Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rapora NRLS: Di êrîşên çeteyan ên li dijî Kurdan de 1200 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê şehîd bû hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?