Li gundê Qetîn ê bi ser navçeya Karaza Amedê ve kursek Quranê heye. Osman E. ê li gund dimîne perwerdekarê kursê ye û dersê dide zarokan. Hat zanîn ku Osman E. dest dirêjî gelek zarokan kiriye.
Ji zarokan yekê tiştên hatine serê wan ji malbata xwe re vegotiye û bi vî awayî ev bûyera destdirêjiyê eşkere bûye. Li ser gilîkirina malbatê Osman E. hat binçavkirin. Osman E. di 7’ê Îlonê de ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar ve hat girtin.
Osman E. di îfadeya xwe de got, zarokan ew masaj kiriye û paşê destdirêjî kiriye.
Hat diyarkirin ku gelek zarok li wê kursa Quranê bi destdirêjiyê re rû bi rû man.