Komîsyona Meclisê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, bi civîna 10’emîn rûniştina yekem bi dawî kir. Akademîsyenên ku li ser çareserkirina pevçûnan û pêvajoyên aştiyê dixebitin di rûniştinê de ezmûnên xwe yên cîhanî parve kirin.
Prof. Dr. Havva Kok Arslan diyar kir ku Tirkiye ji bo ji aliyê hiqûqî û demokrasiyê ve bi hêz bibe hewcedarî guherandinek heye û ev tişt gotin: “Ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê û herêmê, bi taybetî ji bo gelê Kurd û hemû gelan, mifte ye. Di dîroka cîhanê de guherînek 500 salî heye û ev bi qonaxa zelalkirina Tirkiyeyê re hemdem e.”
‘DESTÛREK BERFIREH GITÎNG E’
Piştre jî Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglû axivî. Sevtap Yokuş Veznedaroğlu jî bi lêv kir ku Tirkiye li dûrî hesabên siyasî dikare gavên dîrokî bavêje û ev pêşniyar kirin: “Ji bo pêvajoyeke destûrî divê komîsyon û binkomîsyon werin avakirin. Qanûna înfazê were guherandin. Otonomiya rêveberiyên herêmî were xurtkirin. Protokola 12’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dikare were pejirandin. Destpêka destûrê û hin madeyên wê (42, 66, 127) bi zimanekî aştiyane dikarin werin nûkirin.”
‘FAKTORA HERÎ GIRÎNG BAWERÎ YE’
Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk destnîşan kir ku heke sedemên bingehîn ên şer neyên çareserkirin pêvajo careke din vedigere tundiyê û li cihanê mînak dan û got, “Ger em nakokiyên etnîkî wekî pêvajoyên ku ji redkirina nasnameyan derdikevin pênase bikin, wê hingê ji bo ku ev nasname domdar bimînin, divê ew bi wekhevî werin pejirandin û hestek aîdiyetê hebe. Ev carinan bi rêya xweseriya erdnîgarî, carinan jî bi rêya xweseriya çandî çêdibe. Ji hêla têkiliyê ve pêşîgirtina li gotinên nefretê ji bo baştirkirina têkiliyên civakî pir girîng e. Faktora herî girîng a ku pêvajoyê diyar dike bawerî ye.”
Doç. Dr. Çerag Ayşe Çuhadar jî bi lêv kir ku pêvajoyên aştiyê îradeyeke domdar dixwaze û got, “Divê komîsyon di çarçoveya nexşerêyekê de li ser van mijaran bigihîje lihevkirinekê. Gavên paşê yên ku di çarçoveya vê nexşerêyê de werin avêtin çi ne û ji bo van pêvajoyan çi hewce ne? Dikare li ser van pêşniyaran bike. Di qonaxên paşê de gavên din ên bên avêtin û nexşerêya wan têne destnîşankirin. Divê balê bikşînin ser sedemên bingehîn ên pevçûnan û çareserkirina wan bibe armanca komîsyonên din. Wekî ku min behs kir, biryargirtina li ser bingeha lihevkirinê, wekî pêvajoyek biryargirtinê ya ku ji hêla komîsyonê ve hatiye pejirandin, ji bo avakirina baweriyê girîng e. Komîsyonên din jî dikarin li ser tedbîrên din ên avakirina baweriyê nîqaş bikin û biryar bidin.”