Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê çalakiyên bersivdayînê de ku wekî bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro di saet 5:30’an de Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekradê di çarçoveya çalakiya bersivdayînê de operasyon birin ser 5 baregehên artêşa Tirk a dagirger û çeteyên girêdayî wê.
Hêzan li dijî van baregehan çalakiyên bersivdayînê pêk anîn: Kerbeçlî, Şawa, Şêx Nasir, Beldeq û Şêx Eqîl. Di encama çalakiyên bersivdayînê û bombebaranê de yên li dijî van baregehên dewleta Tirk a dagirker mirî û birîndar çêbûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di êrîşan de, binesazî û navendên stratejîk û xizmetê hatin bombekirin û gelek kes şehîd û birîndar bûn.