Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Naqqarînê 270 cenaze
Rojane

Li Naqqarînê 270 cenaze

Rêvebera Komeleya Koçberên Efrînê Nesrîn Silêman got, “Li Naqqarînê goreke komî heye ku tê de bêhtirî 270 cenaze hene. Fikarên me ew e ku cenaze aîdê Kurdên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatine revandin an jî qetilkirin e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Tê ragihandin ku li Neqqarîna li nêzî Helebê di goreke komî de zêdetirî 270 cenaze hene û ew cenaze yên wan kesan e ku di êrîşên HTŞ’ê yên 6’ê Çileyê de yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine destpêkirin, hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Dervîş Çîmen a di Yenî Ozgur Polîtîkayê de, agahiyên têkildarî welatiyên ku piştî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê yên di 6’ê Çileyê de hatine revandin, winda bûne û hatine qetilkirin, derdikevin holê.  Li Neqqarîna li rojhilatê Helebê ya li ser rêya M4’ê goreke komî ya 270 cenaze têde veşartî hate tespîtkirin. Herêma berbehs 10 kîlometreyan dûrî Taxa Eşrefiyê ye û ev yek nîşan dide ku hejmareke mezin ya cenazeyan ya wan welatiyan e ku di dema êrîşan de hatine qetilkirin.

Di encama êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û Tirkiyeyê yên dinav bera 6 û 29’ê Çileyê de deh hezaran Kurd ji cih û warên xwe hatin kirin, bi sedan kes hatin qetilkirin û gelek kes jî hatin revandin. Tevî lihevkirina li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî tabloya têkildarî kesên winda bûne, hatine revandin û qetilkirin zelal nebûye û çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku bi taybetî nediyariya têkildarî kesên hatine revandin û windakirin berdewam dike.

JI WINDAYAN AGAHÎ NAYÊ STANDIN

Li gorî agahiyên ku di nûçeya berbehs de cih digire, parlamentera Kanntona Baselê Franziska Stier ku di nava heyeta navneteweyî ya çûyî Rojava de cih digirt,  rewşa Kurdên winda xistiye rojevê.  Rêvebera Komeleya Koçberên Efrînê Nesrîn Silêman diyar kir ku nêzîkî ji 3 hezar kesî agahî nayê wergirtin û got ku nayê zanîn bê ka ev kes li ku ne û çi hatiye serê wan. Nesrîn Silêman da zanîn ku ji dagirkirina Efrînê ya di sala 2018’an ve ye pirsgirêka têkildarî windayan kûr dibe û berdewam dike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku hejmara kesên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve hatine girtin ku welatiyên sivîl jî di nav de gihîştiye 1070’yan. Di çarçoveya lihevkirina di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de di 19’ê Adarê de 300 girtî hatin berdan lê belê çavkaniyên xwecihî dibêjin ku tu têkiliya beşeke mezin a kesên ku hatine berdan bi êrîşên dawîn re tune ye.

ÊRÎŞÊN PIŞTÎ 6’Ê CILEYÊ Û DÎLGIRTIN

Nesrîn Silêman, da xuyakirin ku êrîşên di 6’ê Çileyê de dest pê kirin, ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê û hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatin kirin û got, “Êrîş heşt rojan dom kirin. Di vê demê de, xetên ragihandinê hatin qutkirin û sivîl nekarîn bi cîhana derve re têkilî daynin. Gelek kes neçar man ku bi şev taxên xwe biterikînin. Hin kes li xalên kontrolê yên li ser rêyan hatine danîn, hatin revandin an jî dîlgirtin.

Nesrîn Silêman, destnîşan kir ku dema Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji hin deveran vekişiyan, komên çekdar sivîl hedef girtine û got ku di vê pêvajoyê de gelek kuştin, revandin û komkujî çêbûn. Nesrîn Silêman, her wiha da zanîn ku ji ber ku li Reqa û Dêrazorê komên çekdar ên cûda hebûn, nekarîne agahiyên rast li ser kesên winda û qetilkirî bigirin.

AQÛBETA BI HEZARAN KES NE DIYAR E

Hat ragihandin ku di civînên navbera Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Hesekê Mehmud Xelil û Ehmed El Şera hatine lidar xistin de, serbestberdana dîlgirtiyan û vegera koçberan hatine nîqaşkirin. Her wiha ji bo şopandina rewşê komîteyek hatiye avakirin. Lê belê, li herêmê nezelalî hîn jî didome û derbarê kesên winda de agahiyên zelal nînin.

Nesrîn Silêman, diyar kir ku pevgirtina dîlgirtiyan berdewam dike lê pirsgirêk hene, bi taybetî di warê serbestberdana jinan de. Nesrîn Silêman, da xuyakirin ku divê rewşa kesên winda ji pevgirtina dîlgirtiyan cuda were destgirtin. Nesrîn Silêman, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku nayê zanîn ka kesên hatine revandin sax in an mirî ne.

JI BO ŞANDEYEKE NAVNETEWEYÎ BANG HAT KIRIN

Nesrîn Silêman, anî ziman ku divê şandeyek serbixwe, ku saziyên wekî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî tê de bin bê avakirin û li herêmê lêkolîn bike. Nesrîn Silêman, daxwaza lêkolînek li ser rewşa Kurdên hatine revandin û qetilkirin kir. Her wiha Nesrîn Silêman, diyar kir ku ger mekanîzmayên navneteweyî werin aktîfkirin, ew ê her cure piştgiriyê bidin.

LI NAQQARÎNÊ GORA KOMÎ

Li gorî agahiyên di nûçeyê de hatine parvekirin, li ser ravekirina şahidan li herêma Naqqarînê di qenalekê de goreke komî ku tê de 270 cenaze hene hat dîtin û ket rojevê. Nesrîn Silêman, anî ziman ku hin komên çekdar ji bo kesên revandine ji malbata wan fidye xwestine û cenazeyê wan di berdêla pereyan de hewl dane radest bikin. Nesrîn Silêman, diyar kir ku ji ber şert û mercên ewlehiyê derfeta lêkolîneke rasterast li herêmê çênebûye û lê agahiyên hatine bidest xistin cidî ne.

Cihê herêma Neqqarînê îhtimala ku kesên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatine revandin an jî qetilkirin li vir hatine veşartin xurt dike. Çavkaniyên xwecihî, diyar dikin ku hejmara cenazeyên di gora komî de dibe ku ji ya ku hatiye ragihandin zêdetir be.

HELWESTA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIBE SEDEMA NERAZÎBÛNÊ

Di nûçeyê de bal kişandin ser polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî Sûriyeyê û hat diyarkirin ku tevî ku Parlamentoya Ewropayê êrîşên li ser Rojava weke di çarçoveya sûcê şer de jî nirxand, Parlamentoya Ewropayê hîna peywendiya xwe bi Rêveberiya Demkî ya Şamê re didomîne. Daxuyaniya Komîsyona Ewropayê ya 620 milyon euro destek jî, li hemberî binpêkirinên li herêmê bû sedema nerazîbûnê.

Pirs ji Servîsa Çalakiyên Derve ya Ewropa hate kirin ku wê aqûbeta kesên hatine revandin û qetilkirin bikeve rojevê yan na û lêpirsîneke serbixwe were weşandin yan na. Berdevkê Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku YE geşedanên li qadê ji nêz ve dişopîne û banga parastina sivîlan li hemû aliyan kir.

Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen di Çileya 2026’an de çû serdana Sûriyeyê. Paketa desteka 620 milyon euro weke parçeyekî gavên xurtkirina têkiliyên YE û Rêveberiya Demkî ya Şamê tê nirxandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’
Nûçeya Pişt re Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qubad Talabanî: misogeriya me ya esasî hevgirtina Kurdan e

Qubad Talabanî anî ziman ku êrîş tenê ne li dijî Rêveberiya Xweser in, "êrîş li…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê: Hefteya Qehremaniya Neteweyî pîroz be

HPG’ê Hefteya Qehremaniyê pîroz kir û got, “Bi têgihîştina ku layiqê şehîdan bin, li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Hizbûllah 200 roket avêtin Îsraîlê

Hizbûllaha Libnanê daxuyand ku ji bo bersivdayîna kuştina fermandarekî payebilind, roja Pêncşemê “zêdetirî 200 rokêtên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Egîd Efrîn: Gelê Kurd bi hevgirtinê dikare hemû êrîş û komployan pûç bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?