În, 24 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrişa li ser Hewlêrê: 3 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji CHP’ê îstifa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberê 18 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mayindebûna pêvajoya aştiyê bi gavên qanûnî yên bêne avêtin ve girêdayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûgana: Lozan destpêka rêze komkujiyên 1925-1938’an e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran kolberekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li navçeya Rezan a Amedê narkotîk û çetebûyîn zêde dibe
Kurdistan

Li navçeya Rezan a Amedê narkotîk û çetebûyîn zêde dibe

Li navçeya Rezan a Amedê bikaranîna narkotîkê û çetebûyîn ne tenê pirsgirêkeke ewlekariyê ye, di heman demê de işaretê bi krîzeke pir alî ya ji ber kêmasiya polîtîkayên civakî, bêkarî û xizaniyê dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li navçeya Rezan a Amedê bikaranîna narkotîkê û çetebûyîn ewqasî zêde bûye ku êdî nikare tenê weke sernavekî krîmînal bê nirxandin. Ev dîmenê li nava taxan ji aliyekî ve ciwanan dikişîne nava xwe, li aliyê din jî qadeke nû diafirîne ku otorîteyê dike mijara lêpirsînê.

Bi taybetî di salên dawî de zêdebûna madeyên sentetîk ên narkotîkê kir ku temenê bikaranînê gelekî dakeve. Ev yek ne tenê hilweşîneke şexsî ye; di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku taybetmendiya taxê parçe dike, avaniya malbatê dihejîne û jihevketina civakê bi lez dike. Li navçeyê narkotîk êdî ne tenê encamek e, di heman demê de veguheriye hêmaneke sereke ya têkiliyên sûc ên nû.

Di vir de jî çetebûyîn dikeve dewrê. Avaniyên li dora bazirganiya narkotîkê ava dibin, ne tenê karê aboriyê yê îllegal dike; di heman demê de li taxan ‘pergaleke tarî’ jî ava dike. Atmosfereke welê diafire ku zext li ser dikandaran tê kirin, zor li ciwanan tê kirin ku tevlî van avaniyan bibin û tundiyê dike beşek ji jiyana rojane.

Hesta ‘valahiyê’ ya li navçeya Rezanê timî tê bilêvkirin, di vir de derdikeve pêş. Xizanî, bêkarî û nebûna derfetên civakî ji bo nifûsa ciwanan rêyên alternatîf kêm dike, avaniyên çete jî vê valahiyê bi lez dadigirin. Ev avaniyên ku hesta aîdiyet, qezenç û hêzê pêşkêş dikin, bala wan ciwanan dikişînin ku li derveyî sîstemê hatine hiştin. Bi vî rengî sûc ji tercîhekê wêdetir vediguhere meylekê.

Rewşa heyî ya polîtîkayên ewlekariyê jî li pêşberî vê rewşê kêm dimîne. Ji ber ku bi sedema rastî ya meseleyê danakeve û naxwaze dakeve, operasyon û kontrola zêde çareseriyê bi xwe re nîne. Ji ber ku krîza li Rezanê ne tenê sûcek e; pêwendiya xwe bi mercên ku wî sûcî diafirîne heye. Qutbûna ji perwerdeyê, kêmasiya derfetên kar û lawaziya polîtîkayên civakî heta ku dewam bike wê narkotîk û çetebûyîn jî jinûve hilbere.

Li Rezanê zêdebûna rêjeya bikaranîna narkotîkê bandora herî giran li zarokan dike. Li gorî gotinên malbatên li navçeyê, pirsgirêk tenê şexsî nîne, di heman demê de xwedî wê rîskê ye ku aliyekî xwe yê civakî jî heye.

Î.A. ku di sala 2017’an de ji ber bûyerên ji ber bikaranîna narkotîkê bi serê kurê wî yê 15 salî de hat neçar ma ji Amedê koç bike, qala wê pêvajoyê kir:

“Wê demê em li taxa Yanik Koşk a Rezanê diman. Sê zarokên min hene, yekî ji yê din cuda nakim. Kurê min ê ku dest bi bikaranîna narkotîkê kir diçû lîseyê. Em bi derengî vê rewşê hesiyan. Şaşitiya me jî heye, eger em zû pê hesibûyan wê bi vî rengî nebûya.”

Î.A. diyar kir ku hin kesên piştre hatin taxê dest bi firotina madeyên narkotîkê kir û got, “Em piştre hîn bûn ku çend ciwanên hatin taxê ev kar dikirin. Destpêkê em çûn emniyetê, me gilî kir. Hatin, lê nihêrîn lê belê gotin, ‘tiştek nîne’. Halbûkî li taxê dihate zanîn ku van kesan madeyên narkotîkê difirotin. Me weke şêniyên taxê gelek caran gilî kirin lê belê nekarîn ti encamê bi dest bixin.”

Î.A. ragihand ku ji ber giliyê bazirganên narkotîkê kir gelek caran êriş lê hate kirin û got, “Wê demê ez li firinê dixebitîm. Êvarekê dema vegeriyam malê, gelek kes derketin pêşiya min û gotin, ‘Te giliyê me kiriye?’ û êrişî min kirin. Ji wê kêliyê û pê ve em ji bo jiyana xwe hem jî ji bo jiyana zarokên xwe ketim nava fikaran. Bi lez û bez me alavên xwe kom kir û bar kir gel xizmên xwe yên li Xarpêtê. Neçar mam ku dest ji karê xwe berdim. Me her tiştên xwe li pişt xwe hişt. Kurê min tedawî bû û rehet bû. Em jî di sala 2021’ê de careke din vegeriyan warê xwe. Lê bivê nevê mirov hîn jî ditirse.”

Malbateke din a ku kurê wan ketiye nava çirava narkotîkê, anî ziman ku firotina madeyên narkotîkê salên dawî gleekî zêde bûye û got, “Berê ne ewqasî zêde bû. Lê belê bi taybetî piştî sala 2016’an nîvê şevê bi rehetî narkotîk êdî hate firotin.”

Malbatê diyar kir ku li navçeyê çeteyeke diyar bi rêxistinî tevdigere, li taxan madeyên narkotîkê bi zanebûn belav dike û got, “Li gel giliyan jî tiştek nehate kirin. Ev rewş bû sedem ku narkotîk bi ber çavê mirovan li taxan belav bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îlbaş: Divê em hişê çêkirî ji bo xwe bi kar bînin û bazareke Kurdî ava bikin
Nûçeya Pişt re Yegîn: Têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê bê mezinkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatin windakirin hatin bibîranîn

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatin windakirin, di çarçoveya “17-31…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundê Kobanê bi çekên giran tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Metîn ê rojhilatê Kobanê topbaran dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE’yê serdemeke krîtîk: Hilbijartinên Serokatiyê 2024

Di Hilbijartinên Serokatiyê yên DYE'yê de ku îro pêk tê, namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îran kolberekî Kurd qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?