Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeyên cuda yên Stenbolê bi beşdariyeke mezin pêk hatin. Pîrozbahiyên ku ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li Gazîosmanpaşa, Kartal, Avcilar û Pendîkê hatine lidarxistin, îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hatin lidarxistin.
Welatiyên ku piştî Îftarê hatin qadê, li dora agirê Newrozê bi stranên Kurdî govend gerandin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî oîrozbahiyê bûn û bi meşaleyan meşiyan. Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Newroz pîroz be”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
GAZÎOSMANPAŞA
Newroz li Meydana Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşayê hat pîrozkirin. Ji 7 heta 70 salî, ji her temenî bi eleqeyek mezin beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Endama Meclîsa DEM Partiyê Arzû Firat di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Newroz ji bo wan tê wateya berxwedanê.
KARTAL
Pîrozbahiya Newrozê li Meydana Yakacik a Kartalê hat lidarxistin. Welatî piştî fitarê hatin qada Newrozê û li ber stranên Kurdî govend gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Newroz pîroz be” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partî ya Kartalê Meral Atman li ser girîngiya Newrozê axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anî. Endamê Meclîsa DEM Partiyê Hasîp Şan diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê divê li gorî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê werin lidarxistin û banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ya Yenîkapiyê ya 22’yê Adarê kir.
Piştre Hevseroka DME Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û salvegera komkujiya Helebçeyê ya 16’ê Adarê bi bîr xist û diyar kir ku dewlet ji bo şikandina îradeya Kurdan komkujiyan berdewam dikin. Arîfe Çinar banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi bîr xist û got, “Barîkat danîn, hewl dan me tune bikin, lê me ew barîkat derbas kirin. Dema ku em li Rojhilata Navîn dinêrin, gelê Kurd îradeya xwe nîşan daye û şoreşa jinan pêk aniye. Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi tilîliyan ji hêla Dayikên Aştiyê û Arîfe Çînar ve hat pêxistin. Welatiyan li dora agirê Newrozê govend gerandin.
AVCILAR
Rêxistina DEM Partî ya Avcşlarê li taxa Yeşilkentê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Dîdem Yilmaz, Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, piştre dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Welatiyan li dora agirê newrozê govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Pîrozbahî bi govendên helayê bi dawî bû.
PENDÎK
Gelek welatî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Pendikê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Welatî li dora agirê Newrozê li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Hevseroka DEM Parti ya Pendikê Besna Oncu axivî û got ku Newroz sembola berxwedana gel a li dijî zilmê ye. Necmettin Yuknel Newroz Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir.

