Li Wan û navçeyên wê ku navenda çandinî û sewalkariyê ne, her curê berhemên çandiniyê tên çandin. Gelek cotkar li navçeya Erdîşê ku ji aliyê ax û çavkaniyên avê ve gelek dewlemend e, bi çandiniyê dabara xwe dikin. Erdîş ku ji aliyê erdîngariya xwe ve li gorî navçe û bajarên herêmê xwedî cihekî baştir e, avhewaya wê hênkayî ye. Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û axa xwe ya berhemdar, bi sedan berhemên cuda tên çandin. Deşta ku Erdîş tê de ye, ji zeviyên pir fireh û rast pêk tê. Ji ber ku gelek robar di deştê re derbas dibin, heta îro pirsgirêka avdanê çênebûye. Li gel ku xwedî axên bi bereket e jî ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê û bajarvaniya ne rêkûpêk, piraniya berhemên ku li deşta Erdîşê tên çandin, êdî nayên çandin û gelek berhem jî kêm tên çandin.
Li deşta Erdîşê darên tirî, kartol, genim, behîv, kelem û her cure sewze û her wiha darên sêv, hirmî, qeysî, gûz û tû hebûn. Erdîşa ku wekî embara çandiniyê ya herêmê tê zanîn, îro qadên xwe yên çandiniyê kêm kiriye û hema bêje tune ye. Li deşta Erdîşê ku berê her cure berhemên çandiniyê lê dihatin çandin, îro li şûna zeviyan mal û zeviyên vala hene. Beriya 10 salan hemû pêdiviyên fêkî û sewzeyan a herêmê li Erdîşê dihat temînkirin. Lê îro pir ne mimkûn e ku mirov qala van berheman bike. Li Erdîşê gelek berhemên ku berê dihatin çandin, êdî nayên çandin. Li Erdîşê ku zeviyên çandiniyê zêde nemane, cotkaran bi çandina berhemên çandiniyê hewl didin dabara xwe bikin. Cotkaran ji ber krîza aborî di berhemên xwe de zirer dikin.
‘EM NIKARIN LÊÇÛNÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKIN’
Mûstafa Yilmaz ku li Erdîşê cotkariyê dike, diyar kir ku par gelek berhemên çandiniyê bi dest dixistin, lê îsal berhemên çandiniyê kêm bûne. Yilmaz got ku ji ber krîza aborî lêçûn pir zêde bûne û anî ziman ku ji ber buhabûna sotemeniyê nikarin berhemên xwe bibin cihek din û bifiroşin. Yilmaz anî ziman ku li gel ku di navbera Erdîş û Çalderanê de 60 kîlometre heye, dema ku bi wesayitê berheman dibin neçar dimînin ji 2 hezar TL zêdetir pereyê sotemeniyê bidin û wiha got: “Zêdebûna buhaya sotemeniyê cotkaran bêzar dike. Ji bo çandina zeviyê xwe min 3 hezar şitil, her yek ji 3 TL’yan kirîn. Min tenê ji bo şitilan 9 hezar TL da. Ew qas lê çûn, lê tiştek bi destê me nakeve, em nikarin lêçûnên xwe jî pêşwazî bikin. Ez îro dev ji karê çandiniyê berdim û di karê înşaetê de bixebitim ez ê zêdetir pere qezenc bikim. Em 5 kes di vê zeviyê de dixebitin, lê tiştek bi destê me nakeve.”
Yilmaz got ku beriya cotkariyê ajokarê kamyonê bûye û wiha got: “Min kamyona xwe firot û dest bi çandiniyê kir. Berhemên ku li vir bi dest dixin, dibim Ebex, Bêgir û Wanê û difiroşim. Em hewl didin berhemên xwe bi xwe bifiroşin. Ger berhemên xwe bi xwe nefiroşin, tiştek bi dest naxin. Cotkar tiştek bi dest naxin, bazirgan qezenç dikin.”