Li gorî çavkaniyên NY’yê destpêkê wê Yekeya Jinê Ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) bibin yek. Beşek ji personelan wê li Bonnê, beşek jî li Nairobiyê bin. Her wiha tê payin ku beşek ji karên navendî yên UNICEF’ê derbasî Nairobiyê bêne kirin.
Neteweyên Yekbûyî dinirxîne ku UNAIDS’ê entegreyî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Ofîsa Xizmetên Projeya NY (UNOPS) bi Bernameya Pêşvebirinê ya NY’ê (UNDP) re bike yek û Daîreya Operasyonên Aştiyê (DPO) û Daîreya Karên Avakirina Aştiyê û Siyasî (DPPA) jinûve bi rêxistin bike.
Li gorî rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî xurtirina hebûna saziyê li Nairobi û Bonnê, ji aliyê dewletên endam ve weke ‘gaveke erênî’ tê dîtin. Lê belê Bangkok, Doha, Dubai û Stenbol jî di nava navendên nû yên gengaz de hene.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric 3’ê Cotmehê daxuyaniyek da û ragihand ku kompleksa NY a li Nairobiyê bi lez mezin bûye û got, “Gelek sazî barkirinê dinirxîne. Lê belê ev biryar bi budçe û erêkirina dewletên endam ve girêdayî ye.”
Tê payin ku Neteweyên Yekbûyî mehên bê biryarên têkildarî yekkirina UN Women-UNFPA û barkirina navendê zelal bike. Lê belê li gorî pisporan ev biryar ne tenê teserûfa malî ye, wê ji bo jinûve pênasekirina mîsyona global a saziyê jî diyarker be.