Çetîn Tûtkûn ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, di 6’ê Cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê hate kirin. Di dema tedawiyê de li Tûtkûn hate ferzkirin ku destên wî bên kelepçekirin. Tûtkûn ku li dijî vê sepanê derket, rastî tundiya jendermeyan hat. Piştî Tûtkûn li dijî vê zextê derketî, ji bijîşk destûra nivîskî hate xwestin. Bi berteka bijîşk re jendermeyan kelepçe derxistin. Lê belê dema Tûtkûn birin daşirê, dîsa destên wî hatin kelepçekirin. Tûtkûn, dema anîn odeya bijîşk ji jendermeyan xwest ku kelepçe bên derxistin. Li ser vê yekê jendermeyan gefa “Dema em vegeriyan girtîgehê tu wê bibînî wê çi bi serê tê bînin” xwarin.
Tûtkûn bertek nîşanî van gefan da û jendermeyan li hundirê nexweşxaneyê li Tûtkûn xistin. Piştî ku jendermeyekî kamerayên nexweşxaneyê nîşan da, Tûtkûn ê rastî tundiyê hat, xistin wesayîta rîngê.