Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), li ser Pira Şehîdan a Nisêbînê bernameyekê bîranînê li dar xist. Gelek welatî tevli bernameyê bûn. Bibîranîn bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday di bernameyê de axivî û diyar kir ku ew ê her tim xwedî li bîranîna her 21 şehîdan derkevin. Kuday destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet ên îro, encama berxwedana mezin a sala 1992’yan e.
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha axivî û ev tişt got: ““Em ê têkoşîna kesên ku di sala 1992’yan de li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê hatine qetilkirin hîn xurttir bikin.”
Herî dawî kurê Alya Er a ku di hatibû qetilkirin, Mehmet Selîm Er axivî. Er anî ziman ku wan bi çavên xwe şahidî ji bûyerên sala 1992’yan re kiriye û got ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîras û bîranînên wan derkevin.
Bername piştî axaftinan bi avêtina qurnefîlan a nav Çemê Çag Çagê bi dawî bû.

