Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ciwanan piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi hezaran kes tevlî bûn, li ser Cadeya Newrozê meşek li dar xist.
Ciwanên ku heya Pira Ahmet Kaya meşiyan, dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin û li ser pirê sekinîn. Ciwanan li ser pirê demekê fîşekên hewayî teqandin û dirûşmeyên xwe berz kirin.
TOMA’yên hatin cihê berbehs bi ava tazyîkê êrîşî ciwanan kir. Li ser êrîşa polîsan ciwanan berê xwe da kolanan û hate ragihandin ku polîs bi wesatiyên zirxî ketine nava kolanan û hin ciwan binçav kirine.

