Di bûyerê de ku sibeha Duşemê rû da, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 4 ji wan zarok bûn. Rayedaran diyar kirin ku ji 30 heta 36 kesî winda ne.
Hezaz li herêma Amazonê ku demsala baranê lê destpê kiriye, serê sibehê rû da.
Yek ji keştiyên noqî binê avê bû beriya çend saetan ji paytexta herêmê Pucallpayê bi rê ketibû û 65 kes tê de bûn. Keştiya din jî di dema bûyerê de vala bû.
Rayedarê saziya ewlekariyê ya herêma Ucayalyê Patrich Pantoja ragihand ku 20 birîndar rakirin nexweşxaneyê û hemû jî hatin dermankirin. Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan û yên winda bûn, ji civakên xwecihî bûn.

