Li bajarê Qamişloyê bi sedan pêkhate û rojnamevan ji bo veşartina cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19’ê Kanûna 2024’an de di encama êrîşa balafirê bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Sirînê şehîd bibûn û cenazeyê şervanê QSD’ê Kendal Efrîn ê ku li Qamişlo şehîd bû li Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hatin oxir kirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cibraîl Mustefa axivî û peyama ‘Gelê Kurd yek e’ da. Mustefa got: “Di şexsê şehîd Nazim, Cîhan û Kendal de em tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Berxwedaniya me ya bêhempa wê dijmin têk bibe û em ê her serketinê bikin armanca xwe û xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin.”
Li ser navê Hêzên Leşkerî Nezîr Sofî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û got: “Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê bi ked û îradeya şehîdên me wê biserkeve. Bangewaziya me jî ji bo gelê me yê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku pêwîste em tim bêjin em QSD’ê ne. Em ê heta serketinê li ber xwe bidin.”
Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk Şêx Salih El Casir got: “Şehîd zindiyên rasteqînin û asta şehadetê asta herî bilind û binirxe di jiyanê de. Pêwîste em xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û doza ku ji bo wê canê xwe feda kirine, bigihînin serketinê.”
Piştre jî li ser nave Yekîtiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî, diyar kir ku ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker cenazeyên her du hevalên rojnemavan radestî malbatên wan nehat kirin û got: “Beriya niha ji bo şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 6 Çileyê de merasîm hatibû lidar xistin. Malbatên şehîdan xwestin li gorî kevneşopiyên xwe zarokên xwe li warên ku lê jidayik bûne veşêrin. Tevî ku malbat çend roj li ber sînor ji bo wergirtina cenazeyan hewl dan jî, dewleta Tirk destûr neda cenazeyên şehîd Cîhan û Nazim derbas bibin. Li gor tevahî zagonên cîhanî jî mafê malbatan heye ku cenazeyê zarokên xwe werbigrin, dewleta Tirk hemû zagonên cîhanê binpê dike û cenazeyê şehîdan vegerandin Rojavayê Kurdistanê. Em helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Her wiha em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser xeta wan têbikoşin û pênûsa wan li erdê nehêlin.”
Di dawî de wesîqeya şehîd Kendal Efrîn hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Piştre jî hevrêyên şehîd Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Kendal Efrîn bi tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin.