Li taxên Enteriyê û Qidûrbeh ên bajarê Qamişloyê bi navê şehîd Ehmed Hêmin Omer û Şehîd Şiyar û li Tirbespiyê bi navê şehîd Ehmed Hêmin Omer tabûrên parastinê hatin avakirin.
QAMIŞLO
Piştî ku di şeva 18’ê Çileyê (2026) an de Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê seferberî îlan kir, tevahî gelê Rojava tev li seferberiyê bû.
Îro jî li taxên Enteriyê û Qidûrbeg ên bajarê Qamişloyê tabûr hatin avakirin. Di daxuyaniyên tabûran de alên YPG’ê û alên Kurdî hatin hildan. Dirûşmên “Şehîd Namirin, Yek e, Yek e Kurdistan yek e, Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” hatin berzkirin.
Li taxa Enteriyê bi sedan ciwanan tabûra bi navê Şehîd Ehmed Hêmin Omer (ku ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê tev li seferberiyê bibû û 27’ê Çileyê li Rojavayê Kurdistanê şehîd ket) hat avakirin. Ciwanan li çerxerêya Sewami daxuyanî da ragihandinê.
Li ser navê tabûrê Salih Hemdîn Nebî axivî û got: “Em bi ruhê şehîd Ehmed Hêmin tev li seferberiyê dibin. Em bi ruhê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) beşdarî YPG’ê dibin. Bila ev dijmin bizane ku heta yek ciwanê Kurd heye nikare bihostek ji axa Kurdistanê bibe. Bijî yekîtiya gelê Kurd, bimre xiyanet”.
Li taxa Qidûrbegê jî li ber avahiya komîna Şehîd Şiyar tabûra Şehîd Şiyar hat îlankirin.
Li ser navê tabûrê Mesûd Nimir Osman daxuyanî da û wiha axivî: “Em dibêjin heta dilopek xwîn di canê me de heye em ê xwedî li doza xwe, şehîdên xwe derkevin. Jixwe QSD di çeperên şer de ne, em jî li vir parastina gelê xwe dikin. Em dibêjin gelê xwe bila kes derûniya we neşkêne. Bi xwîna şehîdan em ê serkevin. Bi xwîna şehîdan em dest ji welatê xwe bernadin. Heta zarokên me yên di dergûşê de parastina xwe dikin. Em ê li hemberî vî dijminî şer bikin. Çawa ku tevahî dijminên me li dijî me xwe kir yek, divê Kurd jî tevahî bibin yek. Em ji wan, tang û topên wan, ne ji balafirên wan ditirsin. Fikir û ramanê Rêber Apo di serê me de ye, heta em sax in em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dijmin xwe kir yek, lê dîsa nikarin bi Kurdan. Vîna me xurt e.”
TIRBESPIYÊ
Li Tirbespiyê bi navê Şehîd Ehmed Hêmin Omer ku ciwaneke yê Başûrê Kurdistanê bû di berxwedana Rojava li bajarê Hesekê de şehîd bûbû, tabûreke leşkerî hate avakirin.
Şêniyên Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîdê Yekîtiya Netewî Şehîd Ehmed Hêmin Omer tabûreke leşkerî ava kir.
Piştî şehîdbûnê Komîteya Seferberiyê ya Rojava Şehîd Ehmed Hêmin Omer weke şehîdê Yekîtiya Netewî îlan kir.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

