Şêniyên taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê di bin baranê de di nava coş û şadiyê de agirê Newrozê dada. Li Qada şahiyê alên YPG, YPJ û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Di şahiyê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan bi cilên Kurdî tevî hildanan sembolên Kurdî amade bûn.
Amadebûyan li ber stranên şoreşgerî yên girêdayî vê boneyê dîlan gerandin.

