Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya “1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanî” û bilindkirina berxwedanê meşek girseyî li dar xistin. Saziyên civakî, partiyên siyasî, şandeya KNK’ê û şandeya Hunermendên Kurd beşdarî meşê bûn.
Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heta Qada Şehîd Rûbar a li naverasta bajêr berdewam kir. Di meşê de alên Kurdistanî, wêneyên şehîdên berxwedana Rojava hatin hildan. Dirûşmên “Yek e, Yek e, Kurdistan Yek e”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Gel li ber strana “Kîne Em” meşiya. Bi hezaran kesî bi yek dengî silav ji Kurdên Başûr û Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd ê li diyasporayê re şand.
Meş li Qada Şehîd Rûbar veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek rêzgirinê ji bo giyanê şehîdan Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemd axivî.
Remziye Mihemed diyar kir ku ev meş a rûmetê ye û wiha got: “Silav ji bo gelê me yê Başûr, Bakur, Rojhilat ku îro li Rojava ne. Silav ji Kurdên li diyasporayê. Meşa me ji bo parastina nirxên me yên Şoreşa Rojava ne. Ji bo piştgiriya hêzên me ne, hebûna me YPJ û YPG ne. Me bi destê xwe avakirin û em ê biparêz in.”
Piştre Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs silav li gelê Kurd û berxwedêrên Rojava, Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Amed û tevahî Kurdan kir û wiha axivî: “Cihê ku Kurd lê hene, berxwedana ji bo Rojava lê heye. Gelê Kurd we bi berxwedana xwe we cîhan rakir ser piyan. Îro Roja Cîhanê ya Piştgiriya Rojava ye, em weke KNK li ser navê tevahî Kurdan li vê berxwedanê dikin. We ji cîhanê re da diyarkirin ku dema yekîtiya gelê Kurd, piştgiriya we diyar kir ku yekîtiya Kurd heye. Erkek mezin dikeve ser gel û partiyên siyasî ku yekîtiya Kurd pêk bînin. Ji derveyî yekîtiya gelê Kurd kes nikare destkeftiyên Kurdan biparêz e. Em ne Kurdên 50 salî ne, êdî çand, nasname û hebûna xwe diparêz in. Em ê karibin li ber xwe bidin û gelê xwe biparêz in. Di hizûra we de û ji şehîdan re, em banga tevahî beşên Kurdistanê dikin ku îro roja yekîtiyê ye. Em banga Mesût Berzanî û Bafil Telebanî dikin, ku ev pêvajo bi însyatîfa Rêber Ocalan pêk hatiye, em heta yekîtî û azadiya xwe mîsoger bikin em li gel hev bin. Fikrên siyasî çi dibe bila bibe em hemûyan bidin aliyekî û yekîtiya xwe çêbikin. Tevahî hêzên cîhanê ku hûn niha piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê yên hov dikin, we xiyanet li Kurdan kir. Em bi hêza xwe bawer in, em ê bi yekîtiya xwe hene. Em bi YPJ û YPG’ê bawerin ku dê me biparêz in. Yekîtî, Yekîtî, Yekîtî.”
Hunermed Diyar Dêrsim jî gelê Kurd ê berxwedêr silav kir û wiha got: “Em bejna xwe li ber berxwedana we ditewînin. We nîşanî tevahî cîhanê re diyar kir ku gelek çawa dikare vîna xwe biparêz e. We Kurd kirin yek. Rojava malbatê şehîdan e. Dibe ku tang û topên hêzên dijber hebin, lê ya me vîna me heye. Êrişên li ser Rojava ne ji rêzê ne. Fikir û felsefeya Rêber Apo li vir şîn bûye. Dixwazin vîna jinê têk bibin. Emê xwe li her cihî biparêz in. Li Rojava her kolan çaperek ê berxwedanê ye. Em hatin ji we hêz û moral bigirin. Bijî berxwedana gelê me.”
Hunermed Şemdîn jî strana “Eva dinya pir mezin e” diyarî berxwedana gelê Kurd kir. Hozan Şemdîn û gelê Qamişloyê bi hev re bang kirin ku “Em rêberên miletan bûn, çima mafê me nîne”.
Hunermed Loqman ku ji Silêmaniyê hatiye Rojava jî berxwedana gelê Rojava silav kir û got: “Îro gelê Başûr li ser piyan in. Gel bê westan ji bo Rojava li kolanin. Me hertim gotiye Roj ji Rojava derdikeve. Em hêvî ku çawa gelê Kurd yekgirtiye, divê partiyên siyasî yên Kurd jî dest bidin yek. Yek e, Yek e, Yek e, Gelê Kurd Yek e”.
Mitîng bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû.

