Li navçeya Qosera Mêrdînê serê sibehê polîsan dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin.
Hejmara kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 30 kesan. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 2 kes hatine binçavkirin.
Hate hînbûn ku binçavkirin bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” pêk hatiye û ev jî sûcdariyeke keyfî û sîstematîk e.
Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tên ragirtin.