Pêncşem, 19 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza ku Dozger got ‘Şîdet heye, lê êşkence tune ye’ birin Dadgeha Destûra Bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama Cejna Remezanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: Bicihanîna ‘mafê hêviyê’ wê baweriya bi pêvajoyê zêde bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo yekane hêz e ku dikare pêşî li şerê navbera gelan bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dûtaxê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi îmzeya zêdeyî 200 kesayetan projeya yekîtiya neteweyî hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye
Kurdistan

Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan di sala 2026’an de agirê Newroza azadî û yekîtiyê ji hêla gerîlayên HPG û YJA-Star’ê ve hat pêxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Çanda agir çanda avakirinê ye û di rastiya mirovatiyê de ev çand tu carî tûnê nebûye, berovajî her tim bi wateyekê mezin ve xwe berdewam kiriye. Wateya Newroz jî bi agir re bêhtir nîşaneya azadî û yekîtiye dide. Dîrok bi çanda qehremanên navdar ve hatiye nivîsandin. Her yek ji wan bûne agirê rojê û tevahî gelan re pîroziya Newrozê diyarî kirine. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazdek, ji Kawayê Hemdem Mazlûm Doxan heta Zekiye Alkan, ji Ronahî û Berîvan heta Sema Yuce Newroza gelên bindest bi nûjêniya xwe ve hatiye pîrozkirin. Li ser bingehê serhildanê ve agirê roja pîroz bi dilên pola ve hatiye pêxistin. Li quntarên Zagrosan agirê ku hatiyê pêxistin bi hezaran salane nehatiye tefandin û xwe belavî hemû cîhanê kiriye. Gelên ku aliyê ji hêla desthilatdaran ve hatine bindest kirin Newrozê ji bo xwe wekî hatina biharê û nîşaneya azadiyê dibînin. Ev heyecana ku her bihar tê jiyankirin bi xwe re rihê serkeftinê jî nû dike û bi afirineriya jiyanê ve di dika dîrokê de cihekî avaker digire.

Di sala 2026’an de Newroza ku li her derê tê pîroz kirin bi rengê azadî û yekîtiya gelan ve behtir derdikeve pêş. Dema ku di sala 1973’an de Rêber Apo bi wesîleya pîrozbahiya Newrozê ve gavê meşa azadiyê avêt. Bi 6 kesan re rêya azadiye hat vekirin, bi çalakiya Kawayê Hemdem  Mazlûm Doxan ve Newroz gihişt asta lutkeyê. Bi çirûskên agirê Newrozê ve, bi meşaleyên berxwedanê ve serkeftin nîşaneya nirxên pîrozin di wateya xwe de. Bi gotina ‘Ger azadî hesan ba, Ronahî û Berîvanan xwe ne dişewitandin’ ve şehîdên nemir ji bo azadiyê têkoşîn kirin. Gelê ku axê wê, welatê wê, çand û nasnameya wê di bin dagirkeriyekî giran de be nikare behsa azadiyê bike. Ji ber vê yekê jî herî zêde gelê Kurd ev yek heta roja me ya îro qebûl nekiriye û li hemberî zextên dagirkeriyê serî rakiriye û li berxwe dayê. Ji ber vê yekê jî zarokên vê axa pîroz her tim bi rihê Kawayê Hemdem Newroz pêşwazî kirine. Li her derê çiyayên azad agirê ku hatiye pêxistin wê were zanîn ku ew zarokên vê axê ne û bi salan li serê van çiyayan têkoşîn kirine, berxwedanên dîrokî kirine. Gêrîlayên azadiyê jî Newroza weke nîşaneya her bihar bi nûbûyin û bilindkirina tekoşînê pêşwazî kirin.

LI RÊZEÇIYAYÊN ZAGROSAN AGIRÊ NEWROZÊ HAT PÊXISTIN

 

Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan di sala 2026’an de agirê Newroza azadî û yekîtiyê ji hêla gerîlayên HPG û YJA-Star’ê ve hat pêxistin. Bi coş û heyecanekî bilind pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Bi salane zarokên vê axa pîroz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin di şerê tûnelan de bi rihê serkeftinê ve têkoşîna azadiyê tacîdar dikirin. Gerîlayên azadiyê angaşta xwe ya vê newrozê wiha dan diyar kirin ku wê bi vê newrozê re azadî û yekîtiya gelê Kurd mîsoger bikin û ji bo vê wê ji tekoşîna pêwîst tu tawîzan nedin. Gerîlayên Azadiyê şahiyê ku hatibû amade kirin, bi coşekî mezin li qadê pîroz kirin. Gerîlayên azadiyê li vê derê kombûn û amadekariyên ku ev demeke bi kedên mezin hatiyê kirin li ser dikê hat pêşwazî kirin.

‘EM Ê BI SEKN Û FELSEFEYA RÊBERTÎ BIMEŞIN Û XWE BIGIHIJÎNIN RONAHIYA NEWROZÊ

Şahiya Newrozê bi rêzgirtina deqeyekê ser giyanê şehîdan ve hat destpêkirin. Di van kêlîyan de hestên ku derketin pêş di tevahiya şahiyê de kelî bi kelî di rûyê gerîlayên azadiyê de hat dîtin û kêyfxweşiyek mezin da kirin. Piştî bîranîna şehîdan, bi gotina Rêber APO ve ji fermandarên YJA-Star’ê Gulan Avaşîn  ji bo wate û giringiya rojê ji gerîlayên azadiyê re cîvînek li darxist. Fermandar Gulan Avaşîn di naveroka axaftinê xwe de ji bo Newroza Azadî û Yekîtiyê van nirxandinan anî ser ziman; “Sekna Rêbertiya me bû ku nehişt dîrok xwe dûbarê bike. Sîstema kapîtalîst ciwanan tûne dike. Civakê dirizîne. Dermanê vê jî ciwanên Kurdin. Newroz ji ber vê yekê ji bo me bi wateye. Em cejna Newrozê li hemû gelan pîroz dikin. Bi sekn û felsefeya Rêbertî emê bimeşin û xwe bigihijînin ronahiya Newrozê. Ger însanê ku vê Newrozê de germahiya agir di dilê xwe de hîs nekir pêwîste bizîvire wijdanê xwe û lêpirsîn bike. Agirê Newrozê ku tê pêxistin pêwîstê ji ronahiya rojê geştir û mezintir bibe. Newroza hemû Kurdistaniyan û gelê Rojhilta Navîn pîroz dikin.”

Civîna ku hat kirin jî ji aliyê gerîlayên azadiyê ve bi baldarî hat guhdarkirin. Bi fêmkirin û wate kirina vê rojê di berdewamiya şahiyê de behtir derket pêş.

Piştî civînê gerîlayên azadiyê bi coşekî bilind govenda azadiyê gerandin. Di şahiya Newrozê de bi gerîlayên azadiyê ve amadekariyên ku hatibûn kirin hatin pêşwazî kirin. Bi koro, folklor û şanoyan ve gerîlayên azadiyê amadekariyên xwe pêşkeş kirin. Bernameya şahiyê xilas bû û gerîlayên azadiyê bi lîstoka ‘bire’ leyîstin. Bi govend û lêyîstokên gerîla ve gerîlayên azadiyê ji bo evarê amadekariyên ku berê kiribûn ketin nav tevgerê de. Gerîlayên azadiyê bi pîrozkirina vê rojê sê meşaleyan ve agirê Newrozê pêxistin û li dora agirê Newrozê govenda gerîla gerandin.Weke kevneşopiyekê gerîlayên azadiyê xwe li ser agir avetin. Vê yekê coşeke mezin da gerîlayên li qadê.

Gerîlayên ku beşdarî şahiyê bibûn hest û fikrên xwe anîn ser ziman;

Di şahiya Newrozê de gerîlayê HPG Devran Kozluk ji bo wateya vê, rojê fikir û hestên xwe wiha anî ser ziman û wiha got; “Di zindana Amedê de Mazlûm Doxan bi berxwedaniya xwe ve Newroz pîroz kir, ev 50 salin ev berxwedanî het roja me ya îro jî berdewame. Li her qada Kurdistanê ji aliyê gerîlayên azadiyê ve ji aliyê gel ve ev roj bi coşekî mezin tê pîroz kirin. Ev jî bandoriya xwe ji fikrê Rêber Apo digire, giredanbûyina me bi Rêbertî re mezintir bû. Me soz daye ku emê li ser vê dozê hîn behtir têkoşîna xwe xurtir bikin û azad jiyan bikin.”

Gerîlaya YJA-Star’ê Sosin Şêrewa ji bo pêşwazî kirina Newrozê axivî û wiha got; “Ev Newroz ji bo me israrkirina di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de îfade dike û weke gerîlayeke YJA-Star’ê xwstek û hêviya me ev ku em Newrozê bi Rêber APO re pîroz bikin. Emê têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya gelê xwe misoger bikin. Ev Newroz li tevahî gelê me û gelên me yên berxwedêr pîroz dikin. Bi hêviyeke mezin azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin û Newrozan bi hevdû re pîroz bikin.”

Di berdewamiya şahiyê de gerîlayê azadiyê Fedekar Şoreş li ser ‘Newroza Azadî û Yekîtiyê’ nirxandinên xwe wiha anî ziman; “Kawayê Hemdem Mazlûm Doxan agirê Newrozê pêxist û heya roja me ya îro ev têkoşîn berdewam dike. Newroza 2026’an bi hevalê Ehmed Kerkûk ve yekîtiya gelê Kurd û hemû yekîtiya gelan dixwazin hîn bihtir mezin bikin. Hevalên me yên ku li qadên cûda têkoşîna xwe berdewam dikin taybetî em Newroza Rêber APO pîroz dikin.”

Gerîlaya YJA-Star’ê Nesrîn Dêrik yek ji gerîlayên azadiyê bû ku tevlî şahiyê Newrozê bibû hestên xwe anî ziman û wiha parve kir; “Em Newroza mîmarê azadî û afrînerê jiyana azad Rêber Apo pîroz dikim. Newroza îsal bû Newroza biratiya gelan. Li her çar perçeyên Kurdistanê gelê me berxwe didin li hemberî dehakan serî netewandin, bila bizanin ku em li vir in û gelê xwe tenê nahelin. Bi taybetî em Newroza gelê xwe yê Efrînê pîroz dikin û ji bo vegera wan em kêfxweşin.”

Gerîlayê HPG Şîyar Teyrê Baz ji bo wateya Newrozê fikrên xwe anî li ser ziman û wiha got; “Newroz ji bo me azadiye, serkeftine û berxwedane. Rêber APO tevgera me weke ‘tevgera Newrozê’ pênasê kir. Ji ber ve yekê jî em Newroza Rêber APO pîroz dikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber APO û yekîtiya gelan tanzîm bikin. Tekoşîna xwe bilind bikin û azdiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin. Em deyndarê şehîdên xwe û Rêber Apo ne.”

Newroza ku 2026’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe têkoşîneke dîrokî hat kirin, bi vê rastiyê re gerîlayê azadiyê Xebat Agirî wiha axivî; “Destpêke em Newroza Rêber APO û gelên Kurd û Ereb pîroz dikim. Newroz wateyek wiha ye ku êdî di cîhanê de tê pîroz kirin. Pêşketinên ku çêdibin ev tê dîtin. Pêwîste ev agir neyê berdan, ji bo me pîroze.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hikûmeta demkî li Siwêdeyê 7 kes kuştin
Nûçeya Pişt re Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em amade ne, bi rêxistin in

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PJAK'ê Zegrus Enderyarî anî ziman ku ew aliyekî şerê şerê Îsraîl-Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên HPJ’ê: Heta ku Rêber Apo azad nebe komplo wê dewam bike

Gerîlayên HPJ’ê li ser komploya 9’ê Cotmehê axivîn û gotin, “Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina Efûyê: Artêşa Somalî bi dronên Tirk sivîlan qetil dike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, da xuyakirin ku di du êrîşên artêşa Somalî de ku Adara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Dûtaxê coşa Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?