Li Salona Mizgefata Qazî Mihemed ya navçeya Ranya ser bi îdareya Raperîn konê sersaxiyê ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim hate danîn.Gelek welatî û kesayetên naskirî serdana kon kirin û sersaxî xwestin.
Çavdêrê siyasî Seîd Xalid Mehmûd yê serdana kon kir ji Rojnewsê re axivî û got: “Ji bo bîranîn û xwedîderketina li têkoşîn û rêbereke heskirî yê gelê xwe heval Salih Muslim me ev konê sersaxiyê daniye. Ev şîne şîneke netewî û welatî ye. Divê girîngî bi vê yekê bidîn. Divê em di hemû astan de yekîtiya netewî ava bikin.”
Kurê Generalê Komara Mihabadê (Zêrobeg Herkî) Ehmed Xan Zêrobek Herkî bal kişand ser kesayeta Şehîd Salih Muslim û got: “Şehîdbûna Salih Muslim ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê xisareteke mezine ji bo Kurdistanê giştî.”

