Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Reqayê Festîvala Aştiyê ya Hevrîn Xelef hate lidarxistin
Rojava

Li Reqayê Festîvala Aştiyê ya Hevrîn Xelef hate lidarxistin

Di Festîvala Aştiyê ya Şehîd Hevrîn Xelef de hate destnîşankirin ku şehîd Hevrîn Xelef di qada siyasî de ronahiyek bû û dengê li hemberî nefret û cudekariyê bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi boneya asalvegera 6`emîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, partiyê îro li Hola El Erd El Seîda li Reqayê “Festîvala Aştiyê ya Hevrîn” li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî, siyasî û sivîl, û endamên rêxistinên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevizyona der barê jiyan û têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan. Piştre, hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko axivî û wiha got: “Hevrîn ne tenê siyasetmedarek an endezyarek sivîl bû, lê endezyarek azadî û aştiyê bû, endezyara Sûriyeya ku em hemû xeyal dikin bû.”

Kewser Doko diyar kir ku kujerên Hevrîn Xelef heman kesên ku li perava Sûriyeyê û Siwêdayê jinan qetil dikin ne û got ku ev kiryar berdewama hişmendiya despotîk e ku bi dehên salan Sûriyeyê bi rêve biriye.

Kewser Doko di dewama axaftina xwe de wiha got: “Kujerên Hevrînê di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de cih girtine. Ev yek berdewama wê zihniyetê ye ku azadiya jinan wekî xetereyê dibînin.”

Kewserê anî ziman ku dewleta Tirk wan koman wekî alavekê ji bo lawazkirina Sûriyeyê bi kar tîne da ku Sûriyeyê bi rêbazên tundî, tirs, ne bi qanûnê were birêvebirin.

Kewser Doko di dewama axaftina xwe de behsa rola Hevrîn Xelef di xebata siyasî de kir û wiha got: “Hevrîn Xelef ne tenê rêvebereke partiyê bû, di heman demê de rûyek nû yê jinan di siyasetê de bû. Dengê li dijî nefretê bû. Di wê baweriyê de bû ku jiyana hevbeş a di navbera gel, ol û baweriyan de bingeha avakirina siberojeke adilane ye.”

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Keswer Doko di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê şopdarên rêya şehîdan bin û ji bo pêkanîna azadiya jinan û edaleta civakî banga domandina têkoşînê kir.

’DI WIJDANÊ XWE DE XEMA WELAT Û HÊVIYÊN SÛRIYEYAN HILGIRTIBÛ’

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî axivî û ev tişt anî ziman “Hevrîn Xelef dengeke nîştimanî ye. Di wijdanê xwe de xema welat û hêviyên Sûriyeyan a welatekî adilane û hemû gelê wê hilgirtibû. Di wê baweriyê de bû ku çareserî ne bi çekan û ne jî bi parçebûnê, lê bi diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareser dibe.”

Leyla Qereman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Hevrîn ne tenê rêvebereke siyasî bû, lê belê sembola têkoşîna demokasiyê bû û got: “Dema Partiya Sûriyeya Pêşerojê di Adara 2018’an de hat damezirandin, ne partiyeke siyasî tenê bû, lê belê tevgereke zanistî û nîştimanî da destpêkirin ku bi bawerî û hemwelatîbûnê bawer e.”

‘HEVRÎN NE TENÊ SIYASETMEDAR Û ÇALAKVANEK BÛ, DI HEMAN DEMÊ DE SEMBOLA JINA TÊKOŞER BÛ’

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cemîla Mihemed jî axivî û got, “Hevrîn ne tenê siyasetmedar û çalakvanek bû, lê belê dengê mezlûman bû, dayika aştî û azadiyê bû, sembola jina têkoşer a ku ji bo rûmeta gelê xwe têdikoşe bû.

 Cemîla bi domdarî got: “Qetilkirina Hevrînê ne qetilkirina şexsekê bû, lê hewldanek ji bo bêdengkirina ramanê bû.”

’HEYA ROJA AZADIYÊ LI SÛRIYE HILÊ WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE’

Şêx Muşid Maşûq El Xeznewî jî peyamek bi deng ji festîvalê re şand. Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî anî ziman ku rêya têkoşîna bi dawî nebe, lê bi biryardarî dewam dike.

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî diyar kir ku doza gelên azadîxwawz li pêşberî Xweda û her zarokek azad û di wijdanê her têkoşerekî/ê de zelaltir bûye û wiha got: “Rihê şehîd Hevrîn Xelef veguherî sembola aştiyê ye. Xwîna şehîdan vala naçe. Berxwedan wê berdewam bike heya ku roja azadiyê li ser Sûriyeyeke azad û demokratîk hilê.”

Ji endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê û fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn jî di festîvalê de axivî. Rohilat Efrîn doza domandina rêya şehîdan de û got: “Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariya parastina hemû saziyên sivîl û leşkerî û gel girtiye ser xwe. Armanca me azadî ye. Bi saya fedakariyên têkoşeran, di serî de têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef em gihîştine vê astê. “

’JI BO GELÊ XWE RÊYA TÊKOŞÎNÊ HILBIJART’

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî axivî û da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axaftina xwe domand “Sûriye bi destê QSD’ê dê were avakirin. QSD’ê di dilê me de ye. Em ê nehêlin xwîna Hevrînê vala biçe. Em dê wekî ku Tirkiye dixwaze, an ku yek al, yek nasname, yek ziman, yek çand, nebin. Em Sûriyeke demokratîk dixwazin ku hemû pêkhateyên wê hembêz bike.”

Sûad Mistefa destnîşan kir ku keça wê dixwest fêr bibe û yên din jî fêr bike û fêdeyê bide gelê xwe, lew ra xeta têkoşîna ji bo gelê xwe hilbijart.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xelata îsal a festîvalê da Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî. Xelat radestî Şêx Sînan Seydûş hat kirin.

Di dawiya festîvalê de helbestvan Samir El Şemerî  2 helbest xwendin.

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gorî Pakîstanê 200 Talîbanî hatin kuştin, li gorî Talîbanê jî 58 leşkerên Pakîstanê hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê banga rêveberiya xweser û rêxistinkirinê kir

PJAKê derbarê pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyanî da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ferhat Şamî: Tîmeke MÎT’a Tirk di destê hêzên me de ye

Berdevkê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku di êrîşên ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (251)

Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (4)Qazî: le buwarî lêkolînewe da, kesêkî ke wekû lêkolerewe…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Welatparêz Meşo Hesen koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çekdarên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê avêtin ser malan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?